YPG’ê nasnameya 5 şervanan eşkere kir

YPG’ê nasnemaya 4 şervanên YPG/YPJ’ê û şervanekî QSD’ê yên ku di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şedadê û Reqayê de jiyana xwe ji dest dabûn eşekere kir.

YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 3 şervanên YPG’ê û şervanekî QSD’ê yên ku di encam berxwedana êrîşên întixarî ya çeteyên DAIŞ’ê ya 18’ê Hezîranê li ser Şedadê, her wiha şervana YPJ’ê ya li Reqayê jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir:

Navenda YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da: “14 çeteyên DAIŞ’ê yê xwekuj ku 18 Hezîranê saet 1:30’ê şevê li bajarê Şedadê xalên YPG, asayîş û nexweşxaneyê xwest êrişên întixarî pêk bînin, rastî berxwedana tund ya şervanên me hatin. Di encama bersivdayîna hêzên me de şerê dijwar derketin, ev şer heta saetên sibê berdewam kir. Di şerê 7 saetan dom kir de, 12 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, 2 çete jî sax hatin girtin. Di vê berxwedanê de 4 şervanên YPG’ê û şervanekî QSD’ê şehîd bûne.

Hevala me Warşîn jî li Reqayê li hember çeteyên DAIŞ’ê piştî şerê dijwar gihîştiye asta şehadetê.

Em weke YPG û YPJ hemû şehîdên berxwedanê bibîr tînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelên me yên welatparêz re dixwazin.”

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN

Nasnameyên şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

 

https://www.ypgrojava.org/upload/gallery/1498047064-CGER_HESEK_-_ELA_NEZAL.jpg

 

Nasnav: Cîger Hesekê

Nav û Paşnav: Ela Nezal

Navê Dayikê: Emşa

Navê Bav: Mehmud

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 18’ê Hezîrana 2017

 

https://www.ypgrojava.org/upload/gallery/1498047142-EBU_EREB_HESEK_-_EBDILHEMID_ZUBEYA.jpg

 

Nasnav: Ebû Ereb Hesekê

Nav û Paşnav: Ebdilhemid Zubeya

Navê Dayikê: Xeter

Navê Bav: Ebdilletif

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 18’ê Hezîrana 2017

 

https://www.ypgrojava.org/upload/gallery/1498047193-GORAN_HESEK_-_MECID_NEZAL.jpg

 

Nasnav: Goran Hesekê

Nav û Paşnav: Mecid Hesekê

Navê Dayikê: Huriya

Navê Bav: Salih

Cihê Jidayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / Şedadê / 18’ê Hezîrana 2017

 

https://www.ypgrojava.org/upload/gallery/1498047242-SEQIR_EDAD_-_HEMAD_HERMU.jpg

 

Nasnav: Seqir Şedadê

Nav û Paşnav: Hemad Hermuş

Navê Dayikê: Nişmiya

Navê Bav: Xelîl

Cihê Jidayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / Şedadê / 18’ê Hezîrana 2017

 

https://www.ypgrojava.org/upload/gallery/1498047288-WARN_PERWER.jpg

 

Nasnav: Warşîn Perwer

Nav û Paşnav: Seyran Yusuf

Navê Dayikê: Merkez

Navê Bav: Hesen

Cihê Jidayikbûnê: Girkêlegê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 18’ê Hezîrana 2017