YPG'ê nasnameya 5 şehîdên Tebqa û Şedadê eşkere kir

YPG'ê nasnameya 5 şervanên xwe yên li Şedadê û di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Şoreşa Rojava û Bakûrê Sûrî, her roja ku diçe, bi berdêl û fedakariyên bê hempa mezintir û dewlemendtir dibe. Ruxmê hemû êrîş û binpêkirinên ne rewa yên dijminan jî, milekî li paytexta teror û paşverûtiyê ya DAIŞ, li milê din li her çar aliyên Rojava şerê parastina rûmet, azadî, hebûn û pêşeroja gelên Sûrî didome. Dijminên gelan û hevkarên wan ên di axa Sûrî ya qedîm de her çi jî dikin nikarin ev meşa gelên bindest ya ber bi azadiyê ve asteng bikin. Dîrok îro jî li bakûrê Sûrî û Rojavayê Kurdistan şahidiya egîdiya ciwanên azadîxwaz dike. Ew kesên ku bi awayekî bêguman îspatkirin ku tu bend u dîwar nîne li hember herikîna ber bi siberojên ronahî bisekine."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:
 
"Ev rastî îro li Reqa careke din di şexsê van şervanên leheng de digihîje îfadeyeke şênber. Kesên ku bi jiyana xwe dibin hêviya mazlûman, bi şehadeta xwe jî dibin misogeriya Sûrî ya azad û demokratîk. Operasyona rizgarkirina Reqqa ya ku bi vê armancê tê meşandin, her ku ber bi encam girtinê ve diçe, çeteyên DAIŞ careke din bi panîk û tirseke mezin êrîşî derdoran dikin. Yek ji van êrîşan, di dîroka 19'ê Gulanê de li Şedadê pêk hat. Di êrîşên çeteyan ya bi seyareya bombebarkirî û bejahî yên hemwext, 4 hevrêyên me bi armanca şikandina êrîşan bi lehengî şer kirin û gihîştîn şehadetê. Di encam de ev êrîş hate şikandin. Hevalekî me jî di operayona Xezeba Firatê de, bi xelaskirina bajarê Tebqa ve şehîd ket.

Em weke Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ di şexsê van 5 hevalên xwe de hemû şehîdên şoreşê û tekoşerên azadiyê careke din bibîrtînin. Em soza xwe ya şopandina rê û serxistina armancên wan nû dikin. Di serî de ji malbatên wan re, ji hemû gelên Rojava û Sûrî re sersaxiyê dixwazin."

Li gorî daxuyaniya YPG'ê nasnameya şehîdan wiha ye:

Argêş Hesekê

Nav û Paşnav: Argêş Hesekê

Navê Rast: Mehmûd Tirkî

Navê Dayîkê: Fitem

Navê Bav: Giret

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 19 Gulan 2017, Gundê Malihê, Şedadê

=====

Çekdar Cûdî

Nav û Paşnav: Çekdar Cûdî

Navê Rast: Raman Hesen

Navê Dayîkê: Şemsa

Navê Bav: Hemîd

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 19 Gulan 2017, Gundê Malihê, Şedadê

=======

Nîdal Hesekê

Nav û Paşnav: Nîdal Hesekê

Navê Rast: Ebdulhekîm Mele Xelef

Navê Dayîkê: Xewla

Navê Bav: Ebdulkerîm

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 19 Gulan 2017, Gundê Malihê, Şedadê

=====

Şêro Hesekê

Nav û Paşnav: Şêro Hesekê

Navê Rast:  Muwafaq Eswed

Navê Dayîkê: Fatma

Navê Bav: Salih

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 19 Gulan 2017, Gundê Malihê, Şedadê

=====

Nav û Paşnav: Doçka

Navê Rast: Hesen Mihemed

Navê Dayîkê: Meryem

Navê Bav: Hesen

Cihê ji Dayîkbûnê: Tebqa

Cîh û Dîroka Şehadetê: 20 Nîsan 2017, Tebqa