YPG'ê nasnameya 5 şehîdên Cenga Mezin eşkere kir

"Her pênc hevalên me, bi bandor cihê xwe di nava vê pêngava dîrokî ya rizgarkirina bajarê Reqayê de cih girtin, bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê."

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 5 şervanên xwe yên di Operasyona Rizgarkirina Reqayê de di navbera 15-17'ê Hezîranê de şehîd bûn, eşkere kir.

Di daxuyaniya navendê de hat gotin, "Di vê pêngava dîrokî ya bi navê Cenga Mezin de roj bi roj berxwedana şervanan zêdetir dibe û her roj bi hêviya ku gelên herêmê rizgar bikin, şer dikin. Li ser vê rêya pîroz a ku em her roj şehîdan didin, hemû şervanên me amade ne ku canê xwe feda bikin. Her pênc hevalên me, bi bandor cihê xwe di nava vê pêngava dîrokî ya rizgarkirina bajarê Reqayê de cih girtin, bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê."
 
Di daxuyaniyê de hemû şehîdên şoreşê hatin bîranîn, di serî de ji malbatên şehîdan, ji gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê re sersaxî hate xwestin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Dilovan Kobanê

Nav û Paşnav: Mustafa Musa

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 17'ê Hezîrana 2017

Nasnav: Ferhad Hesekê

Nav û Paşnav: Feysel Miêş

Navê Dayikê: Sebah

Navê Bav: Reşad

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 16'ê Hezîrana 2017

Nasnav: Qehreman Korik

Nav û Paşnav: Ehmed Nehsan

Navê Dayikê: Lutfiye

Navê Bav: Mustafa

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê, Gundê Korik

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 17'ê Hezîrana 2017

Nasnav: Reşo Tolhildan

Nav û Paşnav: Mihemed Ehmed

Navê Dayikê: Fehîme

Navê Bav: Abdurrezaq

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 16'ê Hezîrana 2017

Nasnav: Rustem Kobanê

Nav û Paşnav: Ziyad Remedan

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa, Gundê Kesra / 15'ê Hezîrana 2017