YPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, nasnameya 4 şervanên li Dêra Zor, Reqa û Efrînê şehîd bûn eşkere kir.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê de li ser mijarê ev agahî hatin dayin:

"Pêngava Bagera Cizîrê ya bi armanca rizgarkirina herêma Dêra Zorê didome. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li gel şerê giran her bi pêş ve diçin. Roja 19'ê Kanûnê di şer de hevalekî me şehîd bû.

Wekî din, hevalekî me di dema paqijkirina Reqayê ji bermahiyên çeteyan de, şehîd bû. Hevalê me Egîd Qehreman ê ku demek bû bi nexweşiyeke giran ketibû gihîşt şehadetê. Li Kantona Efrînê di encama topbarana artêşa dagirker a Tirk de hevalê me Bîrhat şehîd ket."

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê welatparêz hate xwestin.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Demhat Hesekê
Navê Rast: Mihened El Tame
Navê Dayîkê: Surye
Navê Bav: Keud
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 19'ê Kanûna 2017- Dêra Zor

Nasnav: Mehmûd Reqa
Navê Rast: Mehmûd EL Ehmed
Navê Dayîkê: Mehdiyê
Navê Bav: Hiseyn
Cihê ji Dayîkbûnê: Reqa
Cîh û Dîroka Şehadetê: 10'ê Kanûna 2017 - Reqa

Nasnav: Egîd Qehreman
Navê Rast: Mezin Şeşa
Navê Dayîkê: Hisne
Navê Bav: Mihemed Elî
Cihê ji Dayîkbûnê: Heleb
Cîh û Dîroka Şehadetê: 18'ê Kanûna 2017 - Efrîn

Nasnav: Bîrhat Çîlo
Navê Rast: Mistefa Hemo
Navê Dayîkê: Sazye
Navê Bav: Hisên
Cîh û Dîroka Şehadetê: 14'ê Kanûna 2017 - Efrîn