YPG'ê nasnameya 3 şehîdên li Dêra Zorê eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, nasnameya 3 şervanên xwe yên di 5-8'ê Kanûnê de li bejahiya Dêra Zorê şehîd bûn eşkere kir.

Daxuyaniya nivîskî ya li ser mijarê li malpera Navenda Ragihandinê ya YPG'ê hate weşandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pêngava Bagera Cizîrê ev 91 roj in dewam dike. Li vê herêmê di şer de 3 hevalên me di 5 û 8'ê Kanûnê de şehîd bûn."

YPG'ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û nasnameya şehîdan eşkere kir:

Nasnav: Beyar Hesekê
Navê Rast: Silêman Ebdirrezzaq
Navê Dayîkê: Qemre
Navê Bav: AbdukRehman
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 5'ê Kanûna 2017 - Dêra Zor

Nasnav: Dîba Hesekê
Navê Rast: Îsa Mihemed Elî
Navê Dayîkê: Nûf
Navê Bav: Mihemed
Cihê ji Dayîkbûnê: Serêkaniyê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 8'ê Kanûna 2017 - Dêra Zor

Nasnav: Elîşêr Hesekê
Navê Rast: Mihemed Ednan Mihemed
Navê Dayîkê: Xelîba
Navê Bav: Ednan
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 8'ê Kanûna 2017 - Dêra Zor