YPG'ê nasnameya 3 şehîdên 'Cenga Mezin' ragihand
Navenda YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şehîdên 'Cenga Mezin' a rizgarkirina Reqaye eşkere kir.
Navenda YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şehîdên 'Cenga Mezin' a rizgarkirina Reqaye eşkere kir.
Navenda Ragihandinê YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 3 şehîdên 'Cenga Mezin' a rizgarkirina bajarê Reqayê ragihand.
Daxuyaniya YPG'ê wiha destpê dike; "Ji bo dawîkirina çeteyên DAIŞ’ê li tevahî Rojava û Bakurê Suriyê ji aliyê Hêzên Suriya Demoqratîk (QSD) ku hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina (YPJ) di nav de cih digre Pêngava Rizgarkirina Reqayê hatibû destpêkirin du hefteyên derbasbûyî li rojhilat û rojavayê Reqayê,pêşketinên mezin hatine bidestxistin û derbên giran ji çeteyan hatiye xistin. Di du hefteyên dawî de bi hezaran sivîl hatine rizgarkirin, bi hezaran sivîl jî di bin dagirkeriya çeteyan de dîl hatine girtin. Şervanan ji bo rizgarkirina gel operasyonên xwe bênavber didomîne.
'SÊ HEVREYÊN ME BI LEHENGÎ ŞER KIRIN Û ŞEHÎD KETIN'
Di 2 rojên dawî de taxên bajêr yên aliyê rojhilat û rojava şerên dijwar qewimîn, 3 hevrêyên me bi lehengî şer kirine û gihiştine asta şehadetê. Ev 3 hevrêyên me rizgarkirina Taxa El Beyatra a rojavayê Reqayê û rizgarkirina sivîlên taxê û pêşdeçûnên ku aliyê taxên rojhilat de çêbûne rolên girîng leyîstine."
'HEMÛ ŞEHÎDÊN ŞOREŞA ROJAVA BIBÎRTÎNIN'
YPG'ê di dawiya daxuyaniyê de hemû şehîdên rojava û şehîdên bibîranî û wiha tê gotin; "Weke YPG û YPJ di şexsê şehîdên me ku pêvajoyên dawî de şehîd ketine de hemû şehîdên şoreşê bibîrtînin. Di Serî de malbatên şehîdan û tevahî gelên me yên welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza rêya şehîdan nû dikin.”
AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASMANEYAN
Nasnameyên şervanên ku jiyna xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Egîd Êlecax
Nav û Paşnav: Hisên Ebdulah
Navê Dayikê: Wedha
Navê Bav: Mustafa
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê, Gundê Êlecax
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 18’ê Hezîrana 2017
***
Nasnav: Hebun Qamişlo
Nav û Paşnav: Rîhab Selmo
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Dehuwî
Cihê Jidayikbûnê: Til Hemîs
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 16’ê Hezîrana 2017
***
Nasnav: Xebat Dîrok
Nav û Paşnav: Berzan Yilmaz
Navê Dayikê: Esmer
Navê Bav: Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 18’ê Hezîrana 2017