YPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameyên şehîdeke YPJ'ê û 2 şehîdên YPG'ê ragihand.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê têkildarî ev daxuyanî da:

"Hevrêya me Destan Ronî roja 30'ê Nîsanê di encama nexweşiyê de şehîd bû.

Hevrê Destan di nav malbatek welatparêz de bi hestên welatparêziyê mezin bû. Bi çanda welatparêziyê kesayeta xwe ava kir û ji bo ku li hember paşverûtî û dagirkeriyê têbikoşe tev li refên YPJ`ê bû. Hevrê Destan di kesayeta xwe de xeta azadiya jinê esas girt û heta kêliya dawî jî di vê xetê de erk û berpirsiyartiyên xwe bi biryardariyek mezin bi cîh anî.

Hevrêyên me Ciwan Amed û Şervan Hesekê roja 3'ê Gulanê li bajarê Hesekê di encama qezaya trafîkê de şehîd bûn.

Hevrê Ciwan di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Di dema ku têkoşîna azadiyê li Rojava û Bakurê Sûriyê pêş diket û mezin dibû, tev li refên şoreşê bû. Hevrê Ciwan ku bi taybetmendiyên xwe yên wêrek, kedkar û fedakar tê nasîn di her kêliya jiyanê de ev sekna xwe parast û bi vê sekna xwe ve, her tim ji bo rêhevalên xwe bû çavkaniya hêz û baweriyê.

Hevrê Şervan, li bajarê Hesekê di malbatek welatparêz de ji dayîk bû. Bi bandorbûna têkoşîna me ya li dijî dagirkerî û paşverûtiyê tevlî refên şoreşê bû. Hevrê Şervan, erk û berpirsiyariyên xwe heta kêliya dawî ya jiyana xwe bi azweriyeke mezin bi cîh anî.

Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Destan Ronî
Nav û Paşnav: Emîne Demirtaş
Navê Dayikê: Surye
Navê Bav: Fahrî
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 30`ê Nîsanê 2021

Nasnav: Ciwan Amed
Nav û Paşnav: Baran Çîçek
Navê Dayikê: Afîfe
Navê Bav: Mîrzedîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 3`ê Gulanê 2021

Nasnav: Şervan Hesekê
Nav û Paşnav: Ehmed Seîd
Navê Dayikê: Cemîle
Navê Bav: Silêman
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 3`ê Gulanê 2021

Em di şexsê her sê hevalên xwe yên şehîd de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin, ji malbatên şehîdên xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."