YPG`ê nasnameya 2 şehîdên xwe eşkere kir

​​​​​​​ YPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên YPG`ê ku 30’ê Tebaxê li Helebê şehîd bûbûn, eşkere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên li Helebê şehîd bûbûn eşkere kir.

YPG’ê li ser mijarê ev agahî da: "Di roja 30`ê Tebaxê de hevrêyên me Çiya Efrîn û Diyar Efrîn li bajarê Heleb şehîd bûn. Hevrê Çiya Efrîn, piştî ku di şerê berxwedana serdemê de birîndar bû û hetanî niha dihat tedawîkirin, ruxmî hemû hewldanan gihaşt şehîd bû. Her wiha hevrê Diyar Efrîn jî di encama qezayekê de şehîd ket.

Hevrêyên me Çiya Efrîn û Diyar Efrîn, bi naskirin têkoşîna şoreşa Rojava ya ku li ser bingeha hebûn û azadiya gelan tê meşandin û ji bandorbûna şerê me yê berxwedanê, her du hevrêyên me tevlî refên me bûn. Hevrê Çiya û Diyar bi hêrsekî mezin li dijî êrîşên ku destkeftiyên gelên me dikin hedef, bibiryardarî sekinîn û gav paşde neavêtin. Di nav şerê me yê berxwedanê de erk û berpirsiyariyên ku her du hevalên me wergirtibûn, hetanî kêliya dawî jî bi dilsozî û azweriyekî mezin bi cih anîn.

Em di şexsê her du hevrêyên xwe de tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minet bibîr tînin. Ji malbatên şehîdên xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."

Nasnameya şervanên YPG’ê yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Diyar Efrîn

Nav û Paşnav: Mihemed Saîd Mihemed

Navê Dayikê: Ferîde

Navê Bav: Saîd

Cihê Jidayikbûnê: Şam

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb- 30’ê Tebaxa 2020

***

Nasnav: Çiya Efrîn

Nav û Paşnav: Mihemed Mehmûd

Navê Dayikê: Fatîme

Navê Bav: Elî

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb- 30’ê Tebaxa 2020