Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, nasnameya 13 şervanên xwe yên di navbera 11-14'ê Hezîranê de di operasyona rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, eşkere kir.
Di daxuyaniya navendê de hat gotin, "Di pêşengiya Hêzên Suriyeya Demodratîk (QSD) ku hêzên me YPG û YPJ'ê jî di nav de ji bo rizgarkirina Reqayê pêngava Cenga Mezin hatibû destpêkirin deh roj li pey xwe hişt. Ev deh rojên derbasbûyî de taxên bajêr ên destpêkê ji aliyê şervanan ve ji destê çeteyên DAIŞ'ê piştî şerekî dijwar hatin rizgarkirin. Şervanên me her bi pêş ve diçin."
Navendê diyar kir, gelek welatiyên sivîl heta niha hatine rizgarkirin û li herêmên ewle hatine bicihkirin.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser zext, zordarî û zilma çeteyên DAIŞ'ê ji sala 2013'an û vir ve li şêniyên Reqayê dike û hat gotin, "Piştî destpêkirina Pêngava Xezeba Firatê û operasyona rizgarkirina Reqayê, keç û xortên Reqayê ji bo hilanîna tola xwe ji çeteyên DAIŞ û rizgarkirina bajarê xwe, tevlî nava refên YPG û YPJ'ê bûn.
Em îro 13 şervanên xwe ku di pênc rojên dawî de di Pêngava Xezeba Firatê şehîd bûne eşkere dikin. Ji van 9 şervanên me ji bajarê Reqayê ne ku bi destpêkirina pêngava Xezeba Firatê û Cenga Mezin tevlî nava refên YPG’ê bûne û bi hêrseke mezin her tim li hember çeteyan şer kirine û tevlî karwanê şehîdan bûne.
Em weke YPG’ê YPJ’ê di şexsê 13 şehîdên xwe de hemû şehîdên azadiyê bibîrtînin. Di serî de ji malbatên şehîdan û gelên Reqayê û tevahî gelên Rojava û Bakurê Suriyeyê re sersaxiyê dixwazin."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Ciwan Serêkaniyê
Nav paşnav: Ibrahîm Mihemed
Navê Dayikê: Fîda
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û dema şehadetê: Reqa / 13'ê Hezîrana 2017

Nasnav: Ebû El Mûtesem
Nav paşnav: Ehmed El Mihemed
Navê Dayikê: Xatun
Navê Bav: Mihemed Casim
Cihê Ji Dayikbûnê: Silûk
Cih û dema şehadetê: Reqa / 11'ê Hezîrana 2017

Nasnav: Ebû Salih
Nav paşnav: Xelef El Bûş
Navê Dayikê: Etab
Navê Bav: Salih
Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa, Mezraa Tişrîn
Cih û dema şehadetê: Reqa / 12'ê Hezîrana 2017

Nasnav: Ehmed Reqqa
Nav paşnav: Ehmed Xûwalî
Navê Dayikê: Eyşe
Navê Bav: Iwad
Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa
Cih û dema şehadetê: Reqa / 12'ê Hezîrana 2017

Nasnav: Hecî Hesekê
Nav paşnav: Mihemed Xidir
Navê Dayikê: Tirkiye
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û dema şehadetê: Reqa / 13'ê Hezîrana 2017

Nasnav: Hisên Reqqa
Nav paşnav: Hisên El Hesen
Navê Dayikê: Emîna
Navê Bav: Ibrahîm
Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa
Cih û dema şehadetê: Reqa / 12'ê Hezîrana 2017

Nasnav: Hozan Reqqa
Nav paşnav: Mehmud Ibrahîm
Navê Dayikê: Xideye
Navê Bav: Ibrahîm
Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa
Cih û dema şehadetê: Reqa / 14'ê Hezîrana 2017

Nasnasv: Lewend Hesekê
Nav paşnav: Kazî Salih
Navê Dayikê: Xelfe
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û dema şehadetê: Reqa / 13'ê Hezîrana 2017

Nasnav: Meûne Reqqa
Nav paşnav: Ismayîl Igla
Navê Dayikê: Ifra
Navê Bav: Mistefa
Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa
Cih Û dema şehadetê: Reqa, Mezraa Hitîn / 12'ê Hezîrana 2017

Nasnav: Rakan Girêspî
Nav paşnav: Ebdulah Mistefa
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Mistefa
Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa
Cih û dema şehadetê: Reqa / 11'ê Hezîrana 2017

Nasnav: Rojhat Amara
Nav paşnav: Mehmet Acar
Navê Dayikê: Sabîha
Navê Bav: Abdulkadir
Cih û dema şehadetê: Reqa / 13'ê Hezîrana 2017

Nasnav: Serdar Reqqa
Nav paşnav: Salah Ebdulah
Navê Dayikê: Sîham
Navê Bav: Beşîr
Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa
Cih û dema şehadetê: Reqa / 13'ê Hezîrana 2017

Nasnav: Yusuf Reqqa
Nav paşnav: Yusuf Cinêd
Navê Dayikê: Yusra
Navê Bav: Ebid El Celîl
Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa
Cih û dema şehadetê: Reqa / 12'ê Hezîrana 2017