YPG'ê nasnameya 10 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 10 şervanên di navbera 3'ê û 7'ê Kanûna 2017'an de şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî li ser mijarê weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pêngava Bagera Cizîrê di roja 90'emîn de ye û şerê dijwar lê diqewime. Di rojên dawî yên pêngavê de êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê zêdetir dibin. Di navbera 3'ê û 6'ê Kanûnê de 5 hevalên me li herêmê di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bûn."

Navenda Ragihandinê bal kişand ser karê paqijkirina Reqayê ji mayin û bermahiyên çeteyan û ev agahî da: "Li vê derê jî di 5'ê Kanûnê de 3 hevalên me dema bi erka bêbandorkirina mayinan radibûn, di encama teqînan de gihîştin şehadetê."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 7'ê Kanûnê li Dêrikê hevalê me Agirî Dêrik di encama qezaya trafîkê de, 6'ê Kanûnê jî jî hevalê me Zagros Zerdeşt li Kantona Efrînê ji ber nexweşiya penceşêrê gihîştin şehadetê."

YPG'ê sersaxî ji malbatên şehîdan xwest û soz da ku wê li ser şopa wan bin.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Agirî Dêrik
Navê Rast: Ebbes Xelef
Navê Dayîkê: Sadiye
Navê Bav: Ramazan
Cihê ji Dayîkbûnê: Dêrik
Cîh û Dîroka Şehadetê: 7'ê Kanûna 2017 - Dêrik

Nasnav: Egîd Erûr
Navê Rast: Hiseyn Yûsûf Hiseyn
Navê Dayîkê: Cemîle
Navê Bav: Yûsûf
Cihê ji Dayîkbûnê: Erûr
Cîh û Dîroka Şehadetê: 6'ê Kanûna 2017 – Dêra Zor

Nasnav: Firat Hesekê
Navê Rast: Hedwan Ewda
Navê Dayîkê: Emşe
Navê Bav: Hemîd
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 3'ê Kanûna 2017 - Dêra Zor

Nasnav: Heyder Elî
Navê Rast: Ehmed Siwêleh
Navê Dayîkê: Xezel
Navê Bav: Evdilkerîm
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 3'ê Kanûna 2017 - Dêra Zor

Nasnav: Şahîn Taban
Navê Rast: Bûye Salal
Navê Dayîkê: Fewziye
Navê Bav: Hemûd
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 3'ê Kanûna 2017 - Dêra Zor

Nasnav: Canfeda Amûdê
Navê Rast: Mihemed Mihemed
Navê Dayîkê: Feyza
Navê Bav: Ehmed
Cihê ji Dayîkbûnê: Amûdê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 5'ê Kanûna 2017 - Dêra Zor

Nasnav: Fedakar Çekdar
Navê Rast: Çekdar Balikçi
Navê Dayîkê: Sureyya
Navê Bav: Mehmûd
Cihê ji Dayîkbûnê: Stenbol
Cîh û Dîroka Şehadetê: 5'ê Kanûna 2017 - Reqa

Nasnav: Hecî Kobanê
Navê Rast: Hecî Nayif
Navê Dayîkê: Emîne
Navê Bav: Ehmed
Cihê ji Dayîkbûnê: Kobanê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 5'ê Kanûna 2017 - Reqa

Nasnav: Kurdo Kobanê
Navê Rast: Mihemed Şêx Ehmed
Navê Dayîkê: Edîlê
Navê Bav: Mihemed
Cihê ji Dayîkbûnê: Kobanê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 5'ê Kanûna 2017 – Reqa

Nasnav: Zerdeşt Zagros
Navê Rast: Cîger Sîdo
Navê Dayîkê: Binevş
Navê Bav: Henan
Cihê ji Dayîkbûnê: Efrîn
Cîh û Dîroka Şehadetê: 6'ê Kanûna 2017 – Efrîn