YPG'ê li ser Bayram Namaz daxuyanî da

Fermandariya Giştî ya YPG'ê diyar kir, "Êrîşa li dijî hevrê Baran hate kirin, êrîşa li dijî têkoşîna şoreşa yekbûyî ya Kurdistan-Tirkiyeyê ye."

Fermandariya Giştî ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî fermandarê MLKP'ê şehîd Baran Serhat bi bîr anî. YPG'ê diyar kir ku Baran Serhat bi sûîqasteke çeteyên dewleta Tirk hatiye şehîdxsitin û teqez kir ku wê xwedî li biranîna wî derkevin.

Daxuyanî wiha ye:

"Yek ji fermandar û pêşengên MLKP’ê hevrê Baran, di dîroka 23’yê Adarê de di encama teqîna amûreke teqemeniyê ya ku ji alî çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve di maşîneya wî de hatibû bicihkirin, gihîşte şehadetê.

Hevrê Baran ku yek ji pêşengên Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bû û her wiha ji fermandarên MLKP’ê bû, di pêvajoya avakirina şoreşa gel a Rojava de xwedî kedeke mezin, li hember êrîşên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê her tim di çeperên herî pêş de cihê xwe girt û di perwerdekirin û gihandina gelek fermandar û şervanan de risteke girîng girt ser milê xwe. Li Bakur û Rojavayê Kurdistanê berpirsiyariyên şoreşa hevpar girt ser milên xwe û salên dirêj bi awayekî layîq pêk anî.

Êrîşa li dijî hevrê Baran li dijî Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Tirkiye-Kurdistanê ye. Bi vê hişmendiyê em careke din diyar dikin ku ev êrîş û yên wekî wê tu caran nagihîjin armanca xwe. Bi vê boneyê em hevrê Baran careke din bi bîr tînin, soza xwedîderketina li bîranîna wî didin."