YPG’ê diyar kir ku 4 şervanên wan şehîd bûne

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku di Pêngava Bagera Cizîrê de 2 şervanên wan di şer de û her wiha li Reqayê jî 2 şervanên wan dema ku paqijiya mayinan dikirin di navbera 10-11’ê Kanûnê de şehîd bûne.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku di Pêngava Bagera Cizîrê de 2 şervanên wan di şer de û her wiha li Reqayê jî 2 şervanên wan dema ku paqijiya mayinan dikirin di navbera 10-11’ê Kanûnê de şehîd bûne. Di daxuyaniyê de hate gotin ew ê pêgirê bîranînên şehîdan bin.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

Di pêngava Bagera Cizîrê de ya ku bi armanca rizgarkirina herêma Dêra Zorê ya ji çeteyan hatibû destpê kirin, ber bi dawiyê ve diçe. Li herêmê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar diqewimin. 11’ê Kanûnê  li herêmê du hevrêyên me di şer de şehîd bûn.
 
Her wiha kar û xebatên paqijkirina mayinan li bajarê Reqayê jî bênavber didome. 10 û 11’ê Kanûnê li vê derê jî du hevalên me dema ku mayin radikirin şehîd bûn. 

Em YPG û YPJ di serî de ji malbatên van şehîdan re, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em careke dî soz didin ku pêgirê bîranînên şehîdan bin. 

Nasnameyên şehîdan wiha ye:

Nasnav: Soro Korik
Navê û paşnav: Fîraz Ehmed Ebdî
Navê Dayîkê: Zelîxa
Navê Bav: Ehmed
Cihê ji Dayîkbûnê: Korik
Cîh û Dîroka Şehadetê: 10'ê Kanûna 2017 - Reqa

Nasnav: Emer Hesekê
Navê û paşnav: Hewasil Ebdî
Navê Dayîkê: Bedra
Navê Bav: Xelef
Cihê ji Dayîkbûnê: Dêrezor
Cîh û Dîroka Şehadetê: 11'ê Kanûna 2017 - Dêra Zor

Nasnav: Adil Mergedê
Navê û paşnav: Yasir El Hisên
Navê Dayîkê: Semîra
Navê Bav: Mixdeb
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 11'ê Kanûna 2017 - Dêra Zor

Nasnav: Mazlûm Egîd
Navê û paşnav: Mesûd Ebdulrehman
Navê Dayîkê: Samî
Navê Bav: Elî
Cihê ji Dayîkbûnê: Kobanê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 11'ê Kanûna 2017 – Reqa