YPG'ê derbarê hewldana êrîşê ya li Hesekê daxuyanî da

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê ragihand, wan hewldana êrîşê ya çeteyên DAÎŞ'ê ya li Hesekê pûç kirine.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê derbarê hewldana êrîşê ya çeteyên DAÎŞ'ê ya li Hesekê ev daxuyanî da:

"Hewldana êrîşê ya çeteyên DAÎŞ'ê ya bi ser hêzê me de bi bihîstyariya gelê me hatiye pûçkirin. Yekîneyên me yên antî terorê li ser îxbarê, pergaleke bombeyê ya bi mebesta ku li dijî hêzê me were bikaranîn, hatibû danîn, bêbandor kirine.

30'ê Cotmehê li ser îxbara gelê me yê sivîl, li ser rêya Hesekê-Şedadê, piştî lêgerînê pergaleke bombeyê ya ku ji hêla DAÎŞ'ê ve hatiye danî, hate dîtin. Hatiye fêhmkirin ku pergal bi armanca ku hêzên me bike hedef hatiye danîn. Bi bihistyarî û berpirsyariya gelê me yê sivîl pêşî li talokeyeke pêkan hatiye girtin, hewldaneke dî ya avaniya çeteyên DAÎŞ'ê hatiye pûçkirin."