YPG'ê agahiyên nasnameya şervanekî şehîd da

YPG'ê diyar kir di operasyonekê de ya li ser şaneyên veşartî yên çeteyên DAÎŞ'ê, şervanê wan ê bi navê Bedran Sîwerek şehîd bûye. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir şervanê wan Bedran Sîwerek 28'ê Tebaxa 2019'an dema operasyonekê ya li ser şaneyên veşartî yên DAÎŞ'ê, li Dêrazorê şehîd bûye.

Daxuyaniya YPG'ê wiha ye:

''Hevrê Bedran li nav malbateke welatparêz hatiye dinê. Dema ku êrîşên li ser bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê tevlî nav eniyên me yên têkoşînê bûye. Hevrê Bedran ku bi aliyê kedkariya gelê me xwe gav bi gav dayî têkoşînê, ji roja ku tevlî nav eniyên me yên têkoşînê bûyî, bi fedekarî nêzîktêdayin li her cure peywir û berpirsyariyan kiriye, di demeke kurt de di nav eniyên berxwedanê de bûye şervanekî zîrek.

Di şexsê hevrêyê me Bedran de em hemû şehîdên we yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin, sersaxiyê didine malbatê û hemû gelê me.

Agahiyên nasnameyê yê hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Bedran Sîwerek

Nav Paşnav: Mihemed  Sarisû

Nvê Dê: Edelat

Navê Bav: Mehmet Elî

Cih û Dema Şehîdbûnê: Dêrezor | 28 Tebax2019"