YPG: Bi ruhê Roja Kobanê ya Cîhanê em xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

YPG'ê destnîşan kir ku ew ê destketiyên Şoreşa Rojava mayinde bikin û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava ya bi ruhê berxwedana Kobanê kir.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Em di vê roja girîng û watedar de, bi wesîleya salvegera 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, lehengên ku bi fedakarî û fedayîtiya xwe berxwedana Kobanê li cîhanê dan nasîn, Arîn Mîrkanan, Rêvanan, Gelhatan, Paramaz Kizilbaşan, Herdeman û berxwedêrên Mekteba Serzoriyan bi rêzdarî bi bîr tînin; em minnetdar in ew kesên ku bi keda xwe û bi berxwedana xwe li derdora Kobanê bûn xelek, bi şervanên azadiyê re bûn yek û zîhniyeta tarî ya DAÎŞ'ê bi bin xistin."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"DAÎŞ a ku di vê sedsalê de ji bo mirovahiyê bûbû xetereyek pir mezin, bi piştgiriya hêzên navneteweyî û herêmî û bi taybetî jî dewleta Tirk a dagirker, hovîtî, komkujî û jenosîdên ku nayên vegotin kirin, xwestin hêvî, xeyal û bedewiyên jiyanê yên mirovahiyê ji holê rakin. Serketina ku di encama berxwedana 134 rojan a di pêşengiya hêzên me YPG û YPJ’ê de li Kobanê 9 sal berê li dijî DAÎŞ'ê ya ku kesî newêrîbû li dijî wê şer bike, hat bi dest xistin, weke rastiya kesên ku zilm û zordariyê, koletiyê û esaretê qebûl nakin û dilxwazên azadiyê ne, ket rûpelên dîrokê. Mirovahiyê ku şahidiya berxwedana YPG’ê û YPJ’ê kir, li hember paşverûtiya DAÎŞ'ê li kêleka şervanên azadiyê û rûmetê cih girt. Bi hevgirtina gelan û bi xwedîderketina Kobanê re ne tenê Kobanê rizgar bû, mirovahî careke din hêviya xwe ya jiyanê zindî kir, li hember tarîtiyê ronahî bi serket. Kobanê, ji zihniyeta tarî ya DAÎŞ'ê re bû goristan û li Baxozê kevira dawî li ser mezela wî hat danîn."

Fermandariya Giştî ya YPG'ê diyar kir ku di vê demê de dewleta Tirk a dagirker, hikumeta AKP-MHP'ê ku temsîliyeta DAÎŞ'ê dike, bi hemû derfetên xwe ji bo bixinstina Şoreşa Rojava ku mîrateya hevpar a mirovahiyê ye, ketiye nava liv û tevgerê.

Di daxuyaniya Fermandariya YPG'ê de hate gotin, "Li gel ku hîn jî xetereya DAÎŞ'ê bi dawî nebûye, êrîşên dewleta Tirk ne tenê ji bo herêma me, ji bo cîhanê jî xeternak e. Hêzên navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe li hemberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk bêdeng in. Beriya ku DAÎŞ ji nû ve zindî bibe, divê mirovahiya ku beriya 9 salan li Kobanê ji bo nirxên mirovahiyê seferber bû, vê carê jî pêwist e ji bo şoreşa Rojava ya ku mîrasa wê bi xwe ye, hembêz bike û li dijî zîhniyeta tarî ya dewleta Tirk helwestê nîşan bide. Em wek hêzên YPG û YPJ bi munasebeta salvegera rizgarkirina Kobanê, soza xwe ya ku me daye şehîdên xwe û gelê xwe dubare dikin ku em Şoreşa Rojava li hember her cûre êrişên faşîzmê û paşverûtiyê biparêzin û destketiyên Şoreşa Rojava mayinde bikin."