YPG: 6 sivîl, 3 şervan şehîd bûn, 13 sivîl birîndar bûn
Fermandariya YPG’ê ya Efrînê got di êrîşên artêşa Tirk a dagirker de 6 sivîl û 3 şervan şehîd bûne, 13 sivîl jî birîndar bûne.
Fermandariya YPG’ê ya Efrînê got di êrîşên artêşa Tirk a dagirker de 6 sivîl û 3 şervan şehîd bûne, 13 sivîl jî birîndar bûne.
Fermandariya Giştî ya YPG`ê ya Kantona Efrînê derbarê êrîşên hewayî ên artêşa Tirk a dagirker yên li ser Kantona Efrînê daxuyaniyek da raya giştî.
Daxuyaniya Fermandariyê wiha ye:
ʺArtêşa Tirk a dagirker di dîroka 20.01.2018`an de, bi balafirên şer êrîşî kantona Efrîn, navçe û gundewarên wê kir.
Artêşa Tirk a dagirker, di bombebaranê de ku ji saet 16:00’an heya niha berdewam dike, di serî de sivîlên herêmê, çeperên şervanên YPG, YPJ’ê û Hêzên Şoreşger jî di nav de herî kêm 100 niqte kire hedef. Êrîşa bi 72 balafiran pêk hat, navçe û gundên Efrînê ku piranî niştecîhên sivîl tê de ne hedef kirin hedef. Her wiha navenda bajarê Efrînê, kampa penaberan a Rûbar û saziyên sivîl jî kirin hedef. Di êrîşêan de ku heya van kêliyan didome herî kêm 13 sivîl brîndar bûn û 3 ji wan rewşa wan giran e. Di encama êrîşan de 6 sivîl şehîd bûn. Herwiha 1 şervanên YPG’ê û 2 şervanên YPJ`ê di van êrîşan de şehîd bûne. Herwiha bi êrîşan re hemwext leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên Kurdo û Baliya yên girêdayî navçeya Bilbilê xwestin sînor derbas bikin. Li ser bersivdana şervanên YPG û YPJ`ê leşkerên artêşa dagirker neçar man ku paş de birevin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên ku dixwazin xaka Efrînê dagir bikin, piştî gelek hewldanên wan ên binpêkirina sînor ji alî şervanên YPG, YPJ’ê û Hêzên Şoreşger ve hatin pûçkirin, bi êrîşên hewayî hewl didin ku sivîlên herêmê bitirsînin; niştecîhên Efrînê bidin revandin da ku bikaribin ji dagirkeriya xwe re rê vekin. Êrîşka artêşa Tirk a dagirker a raste rast li ser sivîlên herêmê û li hemû navçeyan neçariya wan ya li dijî hêzên YPG û YPJ`ê careke din diyar dike. Tê fêhmkirin ku artêşa Tirk a dagirker dixwaze bi bomberankirina sivîlan herêmê vala bike û sîvîlan bide revandin, bi vî awayî çeteyên xwe bajo ser Kantona Efrînê.
Em baş dizanin ku bêyî destûra hêzên navneteweyî û di serî de Rûsya, ku leşkerên xwe jî di Efrînê de digire, ne mimkun e ku ev êrîş pêk werin. Ji ber vê sedemê em ji van êrîşan bi qasî dewleta Tirk a dagirker, dewleta Rûsyayê jî berpirs dibînin û dibêjin ji komkujiya ku pêk were ew jî sûcdar in.
Em weke Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel ya Efrînê ji gelê xwe yê welatparêz, hemû pêkhateyên Bakûrê Sûriyê û gelê Kantona Efrînê re dibêjin ku; em bi dek û dolabên faşîzma Tirk û lîstokên wê yên faşîzan bin nakevin! Heya vê kêliyê tê dîtin ku bi tu awayî gelê Efrînê cîh û warên xwe bernade û weke ku dijmin plan dikir ji Efrînê dernakeve. Em jî li ser vê bingehê û di çarçoveya amadekariyan de, ku demeke dirêj e têne kirin , biryardariya xwe ya parastina xaka Efrînê û gelê Efrînê careke din diyar dikin! Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin di bin her şert û mercî de di çeperên xwe de parastina welatê xwe li dijî faşîzma Tirk wê her tim bikin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz û mirovahiya pêşverû dikin ku bi ruhê seferberiyê berê xwe bidin çeperên parastina Kantona Efrînê.ʺ