YPG: 6 çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin

YPG'ê li ser êrîşên 9 rojên dawî yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên agahî da û diyar kir, ku di bersiva hêzên wan de 6 çeteyên artêşa Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, êrîş û zêdegaviya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser axa Rojava-Bakurê Sûriyeyê dewam dikin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Êrîş bi giranî li ser Efrîn û bejahiya wê bi şêwaza topbaranê tê kirin. Hêzên me jî bersivê didin êrîşan."

Li gorî daxuyaniya YPG'ê, encamên êrîş û zêdegaviyên 9 rojên dawî yên artêşa Tirk a dagirker, wiha ye:

"Roja 16'ê Tebaxê, artêşa Tirk bi topên hawanê û obûsan êrîşî gundên Girê Qestelê, Haciza Eleqînê, Vîla Qadî, Maranez û Basûfanê yên girêdayî Kantona Efrînê kirin. Di heman rojê de balafirekî keşfê yê artêşa Tirk li Girê Bilbilê ji aliyê hêzên me ve hat xistin.
 
17'ê Tebaxê çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê û obûsan êrîşî gundên Baflonê, Eyn Deqnê û Belûniyê yên girêdayî navçeya Şera û gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrewa ya herêma Efrînê ya gîrêdayî Kantona Efrînê kirin. Di encam de mal û zeviyên gundiyan zerar dîtin.
 
18'ê Tebaxê li gundê Başemrê yê girêdayî navçeya Şêrewa ya Kantona Efrînê balafirekî keşfê yê artêşa Tirk ji aliyê hêzên me ve hat xistin. Her wiha di heman rojê de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi obûs û çekên doçka êrîşî gundê Eyn Deqnê ya girêdayî navçeya Şera; Girê Şehît Şîlan û Girê Îska yên girêdayî herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê kirin.
 
Roja 19'ê Tebaxê artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî bi topên hawanê û obûsan êrîşî gudên Eyn Deqnê, Minix, Maranezê û Belûniyê yên girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê kirin. Di encama topbaranê de li Minixê şervanekî me gihîştiye şehadetê.
 
20'ê Tebaxê çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrîşî Girê Barîn yê girêdayî herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê kirin. Di heman demê de hêzên me li eniya Girê Şehît Şîlan bersiv dan êrîşê çeteyan û di encam de çeteyek hat kuştin.
 
21'ê Tebaxê çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrîşî gundê Maranezê kirin. Hêzên me di heman demê de bersiv dan çeteyan û di encam de 2 çete hatin kuştin. Her wiha di heman rojê de çeteyan bi topên hawanê êrîşî Girê Barîn yê girêdayî herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman demê de bersiv dan êrîşa çeteyan û di encam de çeteyek hat kuştin. Dîsa çeteyan bi obûsan êrîşî Malikiyê yê girêdayî navçeya Şera, bi topên hawanê jî êrîşî Girê Barîn yê girêdayî herêma Cindirêsê yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me bersiv dan êrîşên çeteyan û bi çekên giran maşîneyekî doçka barkirî hat rûxandin. Di encam de 2 çete hatin kuştin.
 
Roja 22'ê Tebaxê artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî bi topên hawanê êrîşî gundê Maranezê yê girêdayî navçeya Şera, Girê Şehîd Şîlan, Gîrê Barîn û Girê Îska yên girêdayî herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê kirin.
 
23'ê Tebaxê çeteyên gîrêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê û gulleyên tangê êrîşî Girê Barîn û Girê Bedran yên girêdayî herêma Cindirêsê; gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrewa û gundên Eyn Deqnê û Maranezê yên girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê kirin.
 
24'ê Tebaxê balafirên keşfê yên artêşa Tirk li ser herêma Efrîn geriyan û di heman demê de çeteyan xwest ku êrîşî Girê Îska, Girê Qestelê û gundê Maranezê bikin. Hêzên me bi çekên doçka bersiv dan êrîşa çeteyan, lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin."