YPG: 3 leşkerên Tirk û 2 çete li Efrînê hatin kuştin

Şervanên YPG/YPJ'ê li Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî kirin. Di çalakiyan de 3 leşkerên Tirk û 2 çeteyên wan hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser çalakiyên şervanên wan ên li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YPG'ê diyar kir, di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şervanên YPG/YPJ'ê li herêma Efrînê çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete didomînin.

Li gorî daxuyaniyê, 5'ê Kanûnê tîmeke YPG'ê li dijî nuqteyeke leşkerên Tirk a dagirker a li navbera navçeyên Şera û Şêrawayê çalakiyek pêk anî.

Hate ragihandin, di navbera tîma YPG'ê û leşkerên Tirk ên dagirker de şer derketiye û di encamê de 3 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevalekî me yê di vê çalakiyê de bi lehengî li ber xwe da şehîd bû. Agahiyên li ser nasnameya hevalê me yê şehîd wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin."

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê wekî din diyar kir, 6'ê Kanûnê li navçeya Racoyê li dijî koma çete ya bi navê Sûltan Mûrad çalakiyek hatiye kirin û di encamê de çeteyekî dagirker miriye, yek jî birîndar bûye.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Di daxuyaniya xwe ya 3'ê Kanûnê de me ragihandibû ku li navenda navçeya Cindirêsê ya Efrînê li dijî koma çete ya bi navê Ehrar el-Şam çalakiyek hatiye kirin û di encamê de 6 dagirker hatine kuştin, 8 jî birîndar bûne. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, yek ji dagirkerên birîndar miriye."