YPG: 10 çeteyên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, êrîşên artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete yên li dijî Rojava dewam dikin. YPG'ê ragihand, di çalakiyên wan ên bersivdanê de 10 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên 5 rojên dawî û encamên van êrîşan eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, êrîşên li dijî Rojava dewam dikin û di çalakiyên bersivdanê yên YPG'ê de 10 çete hatine kuştin, 6 jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Di dîroka 15.06.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrîşî gundên Basûfanê û Bircikê Silêman ên giredayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Her wiha di heman rojê de agir berdan zeviyên gundiyan ên navbera van her du gundan. Di encam de zeviyên gundiyan zerar dîtin.

Di dîroka 16.06.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi hawanan êrîşî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Her wiha çeteyan agir berdan zeviyên gundiyên vê herêmê yên li derdora girê ku lê bi cih bûne. Di heman rojê de saet di 12:45`an de bi topên hawanê êrîşî gundê Keramê kirin. Hêzên me bersiv dan êrîşên çeteyan û li Girê Birîndaran ê nêzî gundê Îska yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê wesayîteke çeteyan hat derb kirin. Dîsa di heman rojê de balafirên keşfê yên bê mirov û balafirên şer yên artêşa Tirk li ser Kobanê geriyan.

Di dîroka 17.06.2017`an de balafirên keşfê yên bê mirov û balafirên şer yên artêşa Tirk li ser sînorên Kobanê geriyan. Her wiha di heman rojê de saet li 12:45`an bi topên hawanê êrîşî gundê Keramê kirin.

Di dîroka 18.06.2017`an de saet 1:30 şevê de 14 çeteyên DAIŞ’ê yê xwekuj êrîşên li Şedadê xalên Asayîşê, nexwaşxaneyê û xalekî ya şervanên YPG’ê kirin. Bersivdayîna hêzên me de 6 çeteyan xwe teqandin, 6 çete ji aliyê şervanên me  ve hate kuştin û 2 çete jî dîl hatin girtin. Di encama vî şerî de 1 şervanekî QSD û 4 şervanên YPG’ê şehîd ketin û 3 şervanên me jî birîndar bûn. Her wiha li ser  çeteyan çekên wan ferdî, 1 BKC û bêtêleke Hytera hatin desteserkirin.

Di dîroka 18.06.2017`an de hêzên me çalakiyeke bersivdayînê li dijî çeteyên ku di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin pêk anîn. Hêzên me hacizeke çeteyan yê li Girê Îska yê ku dikeve ser navçeya Efrîn Cindirêsê kirin hedef û di encama çalakiya ku bi topên hawanê pêk hat de 5 çete hatin kuştin û 6 çete jî birîndar bûn. Her wiha hacizê çeteyan bi temamî hat rûxandin. Piştî çalakiyê çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi obûsan li gundên Marîn û Eleqînê xistin.

Di dîroka 18.06.2017`an de çeteyên ku di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin bi guleyên tangê êrîşî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Di heman demê de bi topên katyûşa û  hawanan êrîşî gundê Îska kirin. Di heman rojê de hêzên me bersiv dan êrîşên çeteyan û li gundê Maranezê bagireke çeteyan hat derbkirin. Piştî çalakiyê çeteyan bi topên hawanê gundên Malikiyê û Maranezê topbaran kirin.

Di dîroka 19.06.2017`an saet di 13:00`an de çeteyên di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin bi topên hawanê û obûsan êrîşî gundên Bêlûniyê, Girê Qestelê, Malikiyê, Maranez, Xalta, Tinnib, Mathanê Feysel û Cilbirê kirin. Hêzên me di heman demê de bersiv dan êrîşên çeteyan û bi çekên giran li çeperên çeteyan yên ku dikeve milê gundê Kil Cibrîn û Kefer Xaşêr xistin. Lê di derheqê encamên çalakiyê de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

Her wiha çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên giran êrîşî Girê Şehît Şîlan yê giredayî navçeya Efrîn Cindirêsê, saet di 15:00 û 17:00an de bi topên hawanê êrîşî gundê Basûfanê yê giredayî navçeya Efrîn Şêrewa û saet di 17:30an de bi obûsan êrîşî gundê Xelîl ê girêdayî navçeya Efrîn Şiyê, kirin. Her wiha hêzên me li milê Eyn Deqnê çalakiyeke bersivdayînê li dijî çeperên çeteyên ku li Kil Cibrînê xwe bi cih kirine pêk anîn. Di encam de 5 çeteyên girêdayî artêşa Tirk hatin kuştin û çeteyek birîndar bû. Şervanên me çûn ser termê 5 çeteyan û çenteyekî BKC, dûrbînekî şevê, telefonek û bêtêlek hat desteserkirin. Dîsa di encama çalakiyê de wesayîteke çeteyan a çekê giran tevî doçkaya 14,5 hat rûxandin.

Di dîroka 20.06.2017`an saet 10:00`an de bi topên hawanê êrîşî Girê Qestelê û Maranez yê girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin."