Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê: Cenazeyan demildest radest bikin

Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê îxaneta PDK’ê şermezarkir û xwest ku cenazeyên şehîdan radestê malbatên wan were kirin.

Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê bi armanca şermezarkirina xiyaneta PDK’ê ya ji doza Kurd re îro serdana çalakiya konvedanê kir ku li Sêmalkayê ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên di kemîna li Xelîfanê de şehîd bûne, lidardikeve.

Parêzer li pêşiya deriyê Pêşxabûr kombûn û berê xwe dan konê çalakiyê ku 53 rojin didome.

Li deriyê Pêşxabûr Yekîtiya Parêzeran daxuyaniyek da ku ji aliyê parêzer Mihemed Emîn El-Neîmî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de Yekîtiya Parêzeran kemîna ku hêzên PDK’ê li pêşiya komeke gerîla danîbû, şermezar kir û got radestnekirina cenazeyan li dijî qanûnên navneteweyî ye.

Her wiha yekîtiyê destnîşan kir ku sûcê li Xelîfanê pêk hatiye û radestnekirina cenazeyan, plankirî ye û yekser bi fermana dewleta Tirk a faşîst pêk hatiye. Yekîtiyê ragihand ku kiryarên PDK’ê li dijî Peymana Laheyê ya sala 1907’an in.

Yekîtiya Parêzeran bi bîr xist ku armanca sereke ya Peymana Laheyê ew e ku bi rêbazên rast û li gorî rêgezên edalet û qanûnên navneteweyî parastina aştî û ewlehiya navneteweyî were kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de Yekîtiya Parêzeran got: “Em bang li PDK’ê dikin ku demildest cenazeyan radestî malbatan bike.”