Yek ji damezrînerên YPG’ê fermandar Xebat Dêrik hate bîranîn
Yek ji damezrînerên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) fermandar Xebat Dêrik li bajarê Dêrik ê Kantona Cizîrê bi merasîmekê hate bîranîn.
Yek ji damezrînerên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) fermandar Xebat Dêrik li bajarê Dêrik ê Kantona Cizîrê bi merasîmekê hate bîranîn.
Bi sedan şêniyên Dêrikê yê kantona Cizîrê û bajarokên girêdayî wê, endamên saziyên sivîl û meclîsan damezrînerê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) fermandar Xebat Dêrikê di salvegera şehadeta wî ya 12’an de li yarîgeha Kornîş a Dêrikê bi bîr anî.
Di merasîma bîranînê de birayê şehîd, Şivan Mihemed şehîd Xebat Dêrik û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anî.
Mihemed wiha got: "Em bi beşdarbûna we di salvegera şehadeta Xebat Dêrik de serbilind in. Şehîd li pey xwe bi hezaran şervan hiştin û rêça bi hezaran şehîdên bi fikra tevgera rizgariya Kurdistanê bawer in, şopand."
Mihemed wiha domand: "Destkeftiyên heyî bi saya fedakarî û hewldanên tevan e ku welatekî azad ava bikin. Em malbata şehîd li ser şopa wî û tevahî şehîdan heta serkeftinê dimeşin."
Di merasîmê de zarokê bi navê Arif Ehmed helbest li ser rola şehîd Xebat xwend.
Merasîm bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.