YCR: Divê hikûmeta Başûr daxwazên gel û ciwanan bi cih bîne

YCR’ê bi daxuyaniyekî nivîskî piştgirî da serhildana ciwanên Başûrê Kurdistanê û bang li hikûmeta Başûr kir ku daxwazên gel û ciwanan bibîne.

Yekîtiya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê (YCR), piştgiriya xwe ya ji bo serhildana gel û ciwanan a li dijî hikûmetê rabûne ser piyan anî ziman û got; “ Em yên ku Kerkûk û nîvê xaka Başûrê Kurdistanê bêyî şer radest kirin, niha ciwanên Başûrê Kurdistanê yên sivîl gulebaran dikin, şehîd dixin,şermezar dikin.”

Daxuyaniya YCR’ê wiha ye;

“Ev bi dehan sal in ku gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê di bin desthilatdariya malbatî û hizbîtiyê de dijî. Ev desthilata ji regezên azadî û demoqrasiyê dûr destkeftiyên şehîd û gelê Başûrê Kurdistanê teslîmî dagirkeran kir bi fermanên dagirkeran tevdigerin.

Desthilata malbatî û hîzbî bi salane aboriya başûr talan dike, jiyana ciwan û gelê başûr rû bi rûyê bêzarî û parsekê kirine; ciwan bê kar û xwendin hiştine. Parlemento û siyaseta başûr neçarî îflasê kirine û çarenûsa gelê başûr xistine nava xederiyeke nediyar .

Ji ber van sedeman ciwanên Başûrê Kurdistanê serî li hemberî vê desthilata malbatî û îflaskirî li Başûr hildan .

Em wek Yeketiya Ciwanên Rojava Serî Hildana ciwanên Başûr di cih de û rewa dibînin ,em piştgriya wan dikin banga xwe rêxistinkirina serî hildana wan dikin .

BANG

Em bang li Hikûmeta Başûr dikin ku daxwazên ciwanan û gel bi cih bîne. Em yên ku Kerkûk û nîvê xaka Başûrê Kurdistanê bêyî şer radest kirin, niha ciwanên Başûrê Kurdistanê yên sivîl gulebaran dikin, şehîd dixin,şermezar dikin..”

YCR’ê di dawiya daxuyaniye de ji malabtên şehîdan re sersaxî û ji birîndaran re şifaya xêrê xwest.