YAT'ê pêşî li komkujiyeke mezin girt

Tîma Yekîneyên Antî Terorê (YAT), çeteyên DAIŞ'ê yên amadekarî ji komkujiyeke mezin re dikirin, bêyî ku bigihêjin armanca xwe zevt kir.

Çeteyên DAIŞ'ê, piştî Tebqayê di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de jî derbên giran dixwin. Çeteyên DAIŞ'ê, ku bi van xwarina van derbên giran re dît wê dawî li qaşo xalîfetiya wan bê, ji bo komkujiya sivîlan bikin, dest bi amadekariyan kirin. Çeteyan ji bo li Kantona Cizîrê komkujiyeke mezin a sivîlan bikin, qemyonek bi teqemeniyan dagirtî amade kirin. Tankerek ji 5 ton TNT û qemyonek 2 fuzeyên ber bi tînê ve diçin, 900 funyeyên elektronîk û teqemenî tê de bûn, ji aliyê hêzên YAT'ê ve hatin girtin. Tîmeke Yekîneyên Antî Terorê, demekê ev tanker û qemyon navborî şopand. Dema ku tanker û qemyon ketin bajarokê Silûkê, ji aliyê tîma YAT'ê ve hate sekinandin. Tîmê li van her du wesayîtan dest bi lêgerînê kir. Di encamê de 5 ton TNT ji hundirê tankerê derxist. Di qemyonê de jî 2 fuzeyên ku ber bi tînê ve diçin, 900 funyeyên elektronîk û sîstema teqemeniyê hatin dîtin.

YEK WÊ BITEQIYA, YA DIN JÎ ÊRÎŞ BIKIRA

Li ser kesê ku wesayîta bombebarkirî dajot, nasnameya bi navê Hesen El Kiteb derket. Di encama lêpirsîna ji aliyê tîma YAT'ê hate kirin de, ajokar li xwe mikur hat ku ew çeteyê DAIŞ'ê yê bi navê li xwe kirî; Ebû Ebdo Selefî ye. Rayedarên YAT'ê diyar kirin, lêpirsîn bi berfirehî dewam dike, wan xwe gihandine şaneyên cuda yên DAIŞ'ê û di vî warî de ketine nava liv û tevgerê.

Li ser ajokarê qemyona ku 2 fuze, 900 funyeyên elektronîk û teqemenî tê de bûn, nasnameyek derneket. Di encama lêpirsîna YAT'ê de vî çeteyê DAIŞ'ê jî li xwe mikur hat ku navê wî Ebû Sîncar e û bi fuze, funye û teqemeniyan plana gelek êrîşan dikir.

LÊPIRSÎN BI BERFIREHÎ DEWAM DIKE

Rayedarên YAT'ê diyar kirin, lêpirsîna kesên hatine girtin dewam dike û gotin, "Yekîneyên me ev demek bû bi rengekî taybet her du wesayît dişopandin. Der barê wesayîtan û ajokaran de ji çavkaniyên cuda agahî ji me re hatin. Bi rêya van agahiyan, me bi rêbazên taybet wesayît û ajokarên wê şopand. Û di dawiyê de me delîlên ku nîşan didin wê komkujiyê bikin, derxist holê. Lêpirsîn hê dewam dike. Di lêpirsînê de heta niha gelek agahiyên cidî bi dest ketine. Di çarçoveya agahiyên hatine bidestxistin, operasyonên me dewam dikin."

Rayedarên Yekîneyên Antî Terorê (YAT) anî ziman, ku bi wesayîta bombebarkirî amadekarî dihate kirin ku li Cizîrê komkujiyeke mezin a sivîlan bê kirin.

Rayedaran diyar kirin, di çarçoveya lêpirsînê de wan li ser şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê agahiyên girîng bi dest xistine û gotin, "Di çarçoveya van agahiyan de me lez dan xebatên xwe. Me şaneyên hatine tespîtkirin girtine bin kontrol û şopandinê. Ji bo encameke mezintir bi dest bixin, em niha xwe didin bendê."