YAT'ê pêşî li êrîşeke teqemeniyê girt

YPG’ê ragihand ku li ser agahiyên welatiyan 30’ê Cotmehê li ser rêya Hesekê-Şedadê rêjeyeke teqemeniya ku çeteyên DAÎŞ’ê bi cih kiribû hate bêbandorkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku li ser agahiya welatiyên herêmê ji aliyê yekîneyên wan ên Antî Terorê YAT’ê ve êrîşeke ya teqemeniyê hatiye vala derxistin.

YPG’ê ragihand ku di roja 30’ê Cotmeh’ê de li ser rêya Hesekê – Şedadê li ser agahiya gel rêjeyek teqemeniyên çeteyên DAÎŞ’ê yên ji berê de li ser rê hatibû bicihkirin hate tesbîtkirin. YPG’ê anî ziman ku ev teqemenî ji aliyê yekîneyên wan ve bi awayekî bê ku ziyanek rû bide hatiye bêbandorkirin.