Xwîşk û bira bûn lê tim hevrê bûn

Gerîlaya YJA Starê Sarya Diyar di salvegera 10'an a şehîdbûnê de birayê xwe yê gerîla Diyar Gaffûr bi bîr anî û keda wî ya li ser wê got.

Sarya Diyar ku destpêkê xwîşk-bira bûn û piştre di bêdawîtiya hevrêtîyê de xeyala wê dikir ku bi hev re li çiyayên azad bin, got, ''Heval Diyar Gaffûr, cara pêşî te ew gotinên bisêhr di guhê min de gotin ku ez kirim rêwiyê rêya te. Wan şevan ku tu dibûyî mêvanên xewnên min te ez li baxçeyên bihiştê digerandim û agirê ku li çiyayan pê diket nîşan dida. Piştre tu ber bi çiyayan ve dimeşiyayî û destê xwe ji min re kil dikir. Tiştên ku li ber agirê gerîla ku şev  ronî dikir te ji min re digort, min xeyala reşeyên lehengên dastanên çiyê dikir û dikir ku bikevim rê.''

SALVEGERA 10'AN A ŞEHÎDBÛNÊ

Sarya Diyar ku di çîrokên gerîla de ku ji birayê xwe yê gerîla Diyar bihistî, di xweşikahiyên gerîlayên jin de ku bi çiyayan re bûne yek û gihayî lehengên di xeyalên wê de, di salvegra şehîdbûna 10'an a birayê Diyar Gaffûr de behsa birayê xwe kir ku dixwest bibe hevrêya rêwya wî û hevrêyê wî: ''Ji nav malbatê em du xwîşk û bira tevlî Tevgera Azadiyê bûn. Hê dema ku ez pir biçûk bûm birayê min tevlî nav gerîla bûbû. Piştre di nav hevalên gerîla de min ew dît û nas kir. Ji ber ku ez biçûka malê bûm pir qîmet dida min. Pir kelecanî dibûm ji bo ku min ew bi gerîlatî didît û nas dikir. Hezkirina me ya li gerîla pir cuda bû, dîtina gerîlayekî/ê jî em pir kêfxweş dikirin. Ango mirov dema ku birayê xwe jî bi gerîlatî dibîne hîsên pir cihê dijî. Bi Heval Diyar re bîranînên me yên pir xweş çêbûn. Têsîra xwe li ser min zehf bû.''

BI DAXWAZA DIYAR NAVÊ XWE DANÎ

Gerîlaya YJA Starê Sarya Diyar, dibêje jiyana gerîla Sarya ku li Botanê şehîd bûyî pir tesîr li ser kiriye û her wiha li ser daxwaza gerîla Diyar ev nav li xwe daniye û got, ''Heval Diyar behsa jiyana gerîlayên jin, tevlêbûna wan, xweşîkiya ku wan li çiyayan zêde dikir û behsa têkoşîna wan dikir. Pir bala min diçû ser wan, bi min re meraqeke mezin çêdibû her carê. Heval Diyar pir behsa Heval Sarya dikir .Behsa têkoşîna wê ya li çiyayên serhildêr ên Botanê dikir. Pir qîmet dida wê. Gotibû min, ''Heke tevlî nav gerîla bibî navê xwe Sarya deyne, çikû Heval Sarya li dijî dijmin berxwedaniyeke mezin kir û heta bi guleya xwe ya dawî şer kiribû li rex wî şehîd bûbû. Wêrekî û berxwedaniya Heval Sarya pir tesîr li ser kiribû. Ji ber vê li nav refên azadiyê min navê xwe Sarya Diyar danîbû.''

HEWLDANA KU BIBE LAYIQÎ HEVRÊYÊN XWQE

Sarya Diyar dibêje li ser şopa Diyar hatiye çiyayan û wiha didomîne: ''Wî hêla manewî ya jiyanê, armanca têkoşînê vedigot û deriyê bisêhr ê  çiyayan vekir, xweşkî bi min da naskirin. Bi wî ez tevlî nav Tevgera Azadiyê bûm. Hevalên ku Heval Diyar nas dikirin her carê min pirsa wî ji wan dikir û min dixwest ku behsê bikin. Pir behsa têkoşîna heval Diyar dikirin, behsa dilsoziya wî ya bi hevrêyan re, behsa hezkirina wî ya li çiyayan, wêrekiya wî. Ango ez dixwazim bibim layiqî ked û manewîyata Heval Diyar ku em bira  bû û hem jî hevrê.''