Xwendekarên seretayî yên herêma Firatê karnameyên xwe wergirtin

Nêzî 51 hezar xwendekarên dibistanên seretayî yên herêma Firatê karnameyên xwe wergirtin.

Piştî saleke têr û tijî ya xwendinê, li dibistanên seretayî yên herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro karname hatin belavkirin.

Serê sibehê xwendekaran bi cil û bergê Kurdî û kenê li ser rû karnemeyên xwe bi kêfxweşî girtin û ev roj li tevahî xwendekaran pîroz kirin.

Xwendekar Êva Zûhêr Emed a ku di refa 5’an a dibistana Şehîd Azad e kêfxweşiya xwe anî û ziman û got, "Zimanê Kurdî gelekî xweş e. Ez kêfxweşim ku bi zimanê Kurdî diaxivim, dikenim û bi hevalên xwe re dilîzim. Em ê bi vê kêfxweşiyê bihêlin ku zimanê xwe yê Kurdî bilindtir bikin, ez roja standina karnameyê li hevalên xwe pîroz dikim."

Xwendekar Nalîn Mihemed jî diyar kir ku zimanê Kurdî zimanê dayikê ye, hebûn û nasnameya wan e û got: "Em pir kêfxweşin ku em dixwînin û diaxivin. Em vê karnameyên xwe li her kesî pîroz dikin."