Xwendekarên Efrînê li dijî dagirkeriyê daketin qedan

Bi hezeran xwendekarên Efrînê û Şehbayê ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê meşek bi heybet lidar xistin.

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bi hezaran xwendekarên Efrînê û Şehbayê seat 11.00'an daketin qedan û meşek bi heybet lidar xistin.

Bi tevlîbûna bi hezeran xwendekarên Efrînê û Şehbayê yên ji pêkhateyên Kurd û Ereb li gel memosteyên wan li gundê Babinsê bi dirûşmeya"Serî hilde şer bike, Efrînê azad bike " meşek bi heybet hate kirin.

Xwendekaran wêneyên zarokan ên ku li şerê Efrînê de şehîd bûbûn û şaxê zetûnan hilda bûn û pankatên"ji bo serkeftinê bimeşin", "Ji bo tolhildana Efrînê serî hilde", "Sonda me em ê pergela Êmraliyê bişkînin", "Bê ziman jiyan nabe", "Ji mafê mine ku ez vegerim mala xwe" vekiribûn û dest bi meşê kirin.

Meş ji destpêka gundê Babinsê ya Şehbayê bi pêşengtiya zarokan ku wêneya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hilda bûn hetanî cihê fotbalê dom kir.

Di meşê de dirûşmeyên bi zimanê Kurdî û Erebî weke "Bijî berxwedana serdemê", "Werin em bi vîna jina azad dagirkeriyê hil weşînin" dihatin berzkirin.

Meş li kolana sereke yê gund geriya û ber cihê fotbalê rawestiya. Li vir ji aliyê KPC-Demokratîk daxuyanî hat ragihandin. Daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a herêma Efrînê Mamoste Dicle Weqes ve hate xweedin.

Di daxuyanî de hate ragihandin ku wek gelê kurd ku li ser axa Mezopotamiya ji destpêka dîrok û mirovahiyê ve em li vê erdnîgariyê jiyan dikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku şoreşa bi pêşengtiya şervanên Kurd li Rojava û Bakura Suriyê pêşket û ji bo rizgariya mirovahiya dinyayê jî şer kir, civaka cîhanê ji hovîtiya DAÎŞ’ê rizgar kir.

Her wiha hate gotin ku bajara Efrînê yê ku ji %95 Kurd lê dijîn û jiyaneke bi ewle û aram lê hebû, bi êrîşên hovone û bi rêya çeteyên bi desteka Tirk hate dagirkirin.

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Herwiha di encam vê dagirkeriyê de îro bi sed hezeran em gelê Efrînê kçber bûne li Şehba di şert û mercên pir giran dijîn.

Dewleta Tirk û faşîzma AKP’ê îro gefan li Rojhilata Firatê dixwe, dixwaze bi hezeran qehreman û zarokên vî gelî, vê axê ji bo karemeta axa xwe, li ber xwe dane, terorîze bike, bi vê mabestê Rojava hemû dagir bike.

Em mamosteyên Efrînê û Şehbayê dagirkeriyê Tirkiyê û çeteyên wê yên hov li ser Efrînê ku dikeve sala yekem şermezar kirin.”

Meşa xwendekaran bi dirûşmên ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Bimre dagirkerî’ , ‘An Efrîn an Efrîn’ bi dawî bû.