Xwendekarên Efrînê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin

Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Efrînê bi daxuyaniyekê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Kurdistanê şermezar kir.

Tevgera Xwendkarên Demokratîk a Efrînê bi daxuyaniyekê dagirkeriya Tirk şermezar kir.

Daxuyanî li Dibistana Ehdas ya Şehbayê ji aliyê xwenda Nalîn Feqî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrîşên dagirkeriya Tirk ên li Başûrê Kurdistanê Heftanînê hate bibîrxistin û hate gotin, ''Ji bo axa Kurdistanê were dagirkirin dewleta Tirk a faşist êrîşên giran bi ser Heftanînê de tîne.''

Her wiha êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî hate bibîrxistin, hate gotin bi van êrîşan jin, zarok, gel bi tevahî dikin hedef û hate gotin li ber ti êrîşên dagirkeriya Tirk ew ê serê xwe netewînin.

Tevgera Xwendekarên Demokratîk ji ber nêzîkatiya PDK'ê ya li bara êrîşên Tirk diyar kir ku ew PDK'ê şermezar dikin.

Tevgera Xwendekarên Demokratîk diyar kir li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk ew ê bi pêngava, 'Em ê bi teqezî bi ser bikevin'' radibin û ew ê bêdeng nemînin, planên dagirkeriya Tirk pûç bikin.