Xelkê Tebqayê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Bi sedan kes li herêma Tebqayê li dijî êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê meşek lidar xistin.

Li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclîsa Malbatên Şehîdan meşeke girseyî li Tebqayê organîze kir.

Meşê ji ber Meclîsa Malbatên Şehîdan destpê kir û ber Goristana Şehîdan ve çû. Bi sedan şêniyên herêma Tebqayê, endamên saziyan û komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê wêneyên şehîdan û alên Meclîsa Malbatên Şehîdan rakirin.

Meş li Goristana Şehîdan rawestiya û li wir li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Abdulkerîm Îbrahîm daxuyaniyek da û diyar kir ku canfedatiya şehîdan wê vala neçe û wê heta rizgarkirina xaka Sûriyê ji terorîstan têkoşînê berdewam bikin.

Di daxuyaniyê de êrîşên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku sivîlan qetil û koçberkirinê şermezar kirin. Di heman demê de hate diyarkirin ku tevî lihevkirina di navbera Emerîka û Rûsya û pabendiya QSD`ê bi hevpeymanê, lê belê artêşa Tirk hê jî binpêkirinan pêk tîne.

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi berdêlên ku QSD`ê di oxira parastin û azadiya gelan de dane, kir û piştrast kir ku li dijî êrişan QSD mafdar e ku parastina xwe bike.