Xelkê Qamişloyê meşiya: Kes nikare vîna me bişikîne
Xelkê Qamişloyê erîşên dewleta Tirk a dagirker bi meşek girseyî şermezar kir û diyar kir ku ew ê li ser xeta şehîdan têkoşînê bilind bikin.
Xelkê Qamişloyê erîşên dewleta Tirk a dagirker bi meşek girseyî şermezar kir û diyar kir ku ew ê li ser xeta şehîdan têkoşînê bilind bikin.
Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bênavber li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên, şêniyên Qamişloyê ya Kantona Cizîrê daketin qadan û bi dirûşma "Bi êrîşan û dorpêçkirinê hûn nikarin vîna me bişikînin" meşiyan.
Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD), Kongra Star, Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) û bi sedan şêneyên bajarê Qamişlo tevlî meşê bûn. Di meşê de dirûşmayên ”Na Ji Dagirkeriyê” û “Na Ji Îxanetê Re“ hatin berzkirin. Her wiha di meşê de wêneyan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên ku êrîş şermezar dikir hatibûn rakirin.
Meşa girseyî ji çerxereya Sonî a li bajarê Qamişlo destpê kir heta navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê berdewam kir. Li vir meş veguherî mitîngek girseyî. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê, endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ayid Ibrahîm axaftinek kir û wiha got, “Em dengê xwe dighînin hemû dewletê navnetewî ku van êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me rawestin û azadiya Rêber Abdulahh Ocalan misoger bikin. Her wiha em soza xwe nû dikin û dibêjin ku tu hêz nikare îradeya me bişkîne.”
Meş bi tilîliyên dayik û dirûşmeya ”Bimre îxanet” bi dawî bû.