Xelkê Minbic û Tebqa ‘Roja Kobanê’ pîroz kir
Xelkê Minbic û Tebqayê yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi girseyî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê pîroz kirin.
Xelkê Minbic û Tebqayê yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi girseyî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê pîroz kirin.
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa û gundewarên wê îro bi boneya Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê, du daxuyaniyên cuda dan.
MINBIC
Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Minbicê Sîham Hemo daxuyanî li pêşiya navenda rêveberiya xwend û tê de rûspiyên eşîran, nûnerên Partiyên Siyasî û rêxistinên jinan amade bûn.
Di daxuyaniyê de bal li ser rola jinan di berxwedana Kobanê de hat kişandin û hate diyarkirin ku bi saya berxwedana lehengane ya jinan, berxwedana Kobanê li cîhan deng veda û Kobanê bû nimûneya berxwedanê li seranserî cîhanê. Her wiha bi milyonan kes li paytext û bajarên cîhanê yên cuda derketin qadan û piştgiriya vê berxwedanê û şervanên berxwedêr, kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji vîna berxwedêrên Kobanê serketina mezin pêk hat û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye hatin rizgarkirin. Her wiha bang li şêniyên herêmê hat kirin ku yekdest bin û bi hev re têkoşîna xwe bidomînin.
Rêvberiyê soza şopandina rêya şehîdan da. Her wiha bang li azadîxwazên cîhanê kir ku piştgiriya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye bikin û helwesta xwe ji êrişên domdar ên dewleta Tirk diyar bikin.
TEBQA
Daxuyaniyê Rêvberiya Sivîl û Demokratîk a Herêma Tebqayê li pêşiya navenda Rêveberiya Sivîl a Tebqayê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Rêveber Hamid Ebdulrehmen El-Ferc ve bi beşdarbûna hevserokên meclisa rêveber û komîteyên girêdayî wê, hat xwendin.
Di daxuyaniyê de, bajarê Kobanê wek keleha berxwedanê hat binavkirin. Her wiha hewldanên dewleta Tirk a vejîna xeyalên Osmanî hatin bibîrxistin.
Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku dewleta Tirk hewl dide ku tiştê DAIŞ'ê di êrîşên xwe yê binketî li dijî Kobanê sala 2014'an de destpê kiriye, temam bike û wiha dewam kir: “Destpêkê sivîlên herêmê bi balafirên keşfê hedef girt, çeteyên xwe kom kirin û gefa dagirkirina Kobanê dixwe. Sûcên dewleta Tirk vîn û îsrara gelê herêmê zêde dike da ku li hember êrişên li dijï herêmên Bakur û Rojhilate Sûriyê bisekinin û bi Rêveberiya Xweser û rêveberiya siyasî û leşkerî re bibin yek.”
Rêvberiyê hêvî kir ku ev roj ne tenê wek slogan be, lê belê li ser erdê jî Ii bo pêşîlêgirtina êrişên li ser Kobanê, piştgirî û piştevaniyê were pêşkêşkirin."