Xelkê Kobanê serdana konê sersaxiyê yê malbata şehîd Baran Mazlûm kir

Ji gundewarên Kobanê bi sedan kesî berê xwe dan gundê Xanikê û serdana konê sersaxiyê yê malbata şehîd Baran Mazlûm kirin.

Ji bo gerîlayê HPG'ê Baran Mazlûm (Halîm Mistefa) ê 5'ê Îlona 2012'an li bejahiya Elkê şehîd bû, li gundê Xanikê yê li başûr rojhilatê Kobanê konê sersaxiyê hate vedan. Ji gundewarên Kobanê bi sedan kes tevî nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Kobanê serdana konê sersaxiyê yê malbata şehîd Baran Mazlûm kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salîh Nûh axivî û got, "Şehîd xwedî wê dozê ne ku ji bo afirandina jiyaneke bi rûmet a ji gelê xwe re canê xwe feda kirine."

Salîh Nûh diyar kir ku Baran Mazlûm jî bi rengekî fedaî têkoşiya û bû milîtanekî azad. Salîh Nûh got, "Vaye bi rojane êrîşên faşîzmê li ser herêmê bênavber didome. Dixwazin wê îradeyê û wê dozê jî bi van êrîşna têk bibe. Hem jî dixwazin di navbera me û Rêberê me jî qutbûnê pêk bîne. Lê dîsa jî li bin dikevin. Vaye berhemên Rêberê Apo xwe li çiya îsbat kirine û dijmin gêj kirine. Em ê bi ser bikevin."

Ji rêveberiya Kongra Star a navçeya Şêranê Litfiye Silêman jî got, "Divê êdî em xwedî li tevgera xwe, Rêberê xwe û gerîlayên xwe derkevin. Vaye tevgera me ji bo azadiyê di nava çar dîwaran de rojiya mirinê girtine û dest bi grevê kiriye. Em ê bi rihê berxwedanê bi ser bikevin, rêya me bi fikrê Rêber Apo û azadiyê tijî ye."

Li binê konê sersaxiyê dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana gerîla" hatin qîrîn.