Xelkê Kobanê li dijî komkujiyên li Parîsê meşiya

Xelkê Herêma Firatê li dijî komkujiyên li Parîsê meşiya.

Endama Desteya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara) ku 23’ê Kanûna 2023’an tevî Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêz Abdûrrahman Kizil di êrîşeke çekdarî de li Komeleya Çandê ya Ahmet Kaya ya li Parîsê şehîd bûn. Îro jî bi sedan şêniyên Herêma Firatê daketin qadan û ev komkujî şermezar kirin.

Meş ji qada Şehîd Egîd destpê kir heta qada Jina Azad dirêj dewam kir. Di meşê de bê naber dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' û 'Kujer Erdogan' hatin berzkirin. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên ku li ser nivîsî 'Komkujiya Parîsê berdewamiya komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ye' hatin hildan.

Piştî ku meş gihîşt Qada Jina Azad, ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û Rêveberiya Meclîsa Jinan a Herêma Firat a Partiya Yektiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl axivî û wiha got: "Ev ne komkujiya yekemîn e, Sara, Fîdan û Rojbîn jî di 9'ê Çileya 2013 de dîsa bûbûn hedefa faşîzmê. Komkujî her berdewame û sîstema qirkirina dijmin her li ser Kurdan berdewame. Vaye roj bi roj li Bakurê Kurdistanê komkujî pêk tên. Em êdî dizanin armanca faşîzm û dijmin çiye. Armanca wan tunekirina fikra Demokratîk û jinên pêşeng e. Lê êdî me xwe îsbat kirye û em hene."

Endamê Tevgera Çand û Hunera Baqî Xido ya beşê Çîrok û Helbestê, Mihemed Misî jî axivî û peyama ‘tolhildanê’ da.

Meş bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.