BI DÎMEN

Xelkê Kobanê li dijî êrîşên dagirkeriyê daket qadan

Bi sedan ji şêniyên Kantona Firatê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan.

Yekîtiya Jinên Ciwan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek lidar xist. 

Meş ji qada Jina Azad destpê kir û heta qada Şehîd Egîd dom kir. Di meşê de wêneyên şehîd Bîşeng Brûsk û Sara Hogir Riha hatin hildan. Her wiha bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Gerîla’, ‘Soza Me Tolhildan’ û ‘Pêşengê Me Rûmeta Me Ne Em ê Tola Şehîdên Xwe Hilînin’ hatin berzkirin.

Piştre girse gihişt qada Şehîd Egîd ku ji bo şehîd Bîşeng Brûsk û Sara Hogir Riha şîn lê hatiye danîn. Li vir ji bo bîranîna şehîdan deqeyekê rêz hat girtin. Piştre Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Ronahî Ehmed axivî û diyar ku çi dibe bila bibe ew soz didin ku xwedî li şehîdên xwe derkevin. 

Ronahî ragihand ku dewleta Tirk a dagirker her kesî dike hedefa hovîtiya xwe û got: "Li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi hemû çekên xwe yê giran êrîş dike, lê li hemberî berxwedaniya Gerîla bi bin dikeve. Em soz didin gelê xwe û hevalên xwe ku em ê tola şehîdên xwe hilînin. Em ê li hemberî îxanetê jî serî hildin. Rêber Apo dibêje, ‘Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî jî bi ser bikevin’. Vaye li Dêrikî jî di danê sibehê de êrîş dike. Dewleta Tirk sînoran derbas dike, em ê jî wan sînoran ji wan re bikin tunebûn."

Hevserokê Encûmena Cîbcîkar a Kantona Firatê Ferhan Hec Îs jî axivî û bilêv kir ku ew ê heta dawiyê li pey gerîlayên xwe bimeşin. Hec Îs destnîşan kir ku ew ê bi berxwedanê dewleta Tirk a dagirker têk bibin û bang li raya giştî kir ku li dijî kiryarên dewleta Tirk rabin.

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Adil Hecî jî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze gelê wan tune bike û got: "Lê berxwedaniya ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî çekên kîmyewî tê raberkirin, planên dewleta Tirk têk birin. Weke gel em ê heta dawiyê li pey şopa gerîlayên xwe bin."

Piştre girseya gel berê xwe da konê sersaxiyê ya her du şehîdan.