Xelkê Hesekê êrîşa PDK’ê protesto kir
Êrîşa PDK’ê ya li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku bi hevkariya dewleta Tirk hewl dide plana qirkirinê bixe meriyetê, li Hesekê bi meşekê hate protestokirin.
Êrîşa PDK’ê ya li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku bi hevkariya dewleta Tirk hewl dide plana qirkirinê bixe meriyetê, li Hesekê bi meşekê hate protestokirin.
Şêniyên Hesekê û endamên saziyên civaka Sivîl têkildarî hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bi dewleta Tirk a dagirker re û êrîşên li dijî HPG`ê daxuyaniyek da.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Farûq Tozo daxuyanî li parka Rêber a Hesekê xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di çarçoveya berdewamkirina xeta xiyanetê û hevalbendiya bi dijminên gele Kurd re, PDK’ê hêzên xwe kom kirin da ku bi koordîneyeke eşkere ya bi artêşa Tirk re, li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşê HPG`ê bike. PDK û artêşa Tirk ji başûr û bakur êriş dikin da ku HPG’ê dorpêç bikin.
Kiryarên PDK’ê, nîşaneya şerekî di navbera xuşk û birayan de ye. Wê tenê bi xwe re êş û qurbaniyan bîne. Dewleta Tirk bi tevahî rêbazan dixwaze hêviyên gelê Kurd tune bike û gihaşt asta qirkirinê. Dîrok jî li ser vê şahid e.
Ya xerîb ew e ku Mesrûr Barzanî bang li hêzên derve kir ku di parastina rewabûna Herêma Kurdistanê de alîkariyê bikin. Bi rastî jî derfet da hêzên Tirkiyeyê ku derbasî herêmê bibin. Gelo ev rewabûna ku Mesrûr dixwest pêk bîne lê yan jî rewakirineke diyar a dagirkeriyê ye?
Em kiryarên rûreş ên PDK’ê şermezar dikin. Divê asta ku PDK’ê ketiye nav xiyanet û ajantiyê bê naskirin.”