Cenazeyên 2 şehîdan hatin veşartin
Şervanê QSD’ê Dilşêr Hesekê (Omran Remo) li Hesekê bi girseyî hat veşartin û cenazeyê şervanê QSD’ê Doxan (Mihemed Elî) li Qamişloyê hat veşartin.
Şervanê QSD’ê Dilşêr Hesekê (Omran Remo) li Hesekê bi girseyî hat veşartin û cenazeyê şervanê QSD’ê Doxan (Mihemed Elî) li Qamişloyê hat veşartin.
Bi sedan şêniyên Hesekê cenazeyên şervanên QSD′ê Dilşêr Hesekê (Omran Remo) ê di encama bersivdayîna êrişên çeteyan de li Dêrazorê şehîd bû û Mihemed Elî (Doxan) ê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû, bi merasîmekî veşartin.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed di kesayeta şehîd Dilşêr û şehîd Doxan de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha got: "Şehîdên me ji bo rizgarkirina gelê xwe û xaka xwe berdêlên giranbuha didin."
Rojda Ehmed bal kişand ser bûyerên vê dawiyê ku li Dêrazorê rû dan û wiha domand: "Hin aliyan xwestin fitneyê di navbera pêkhateyan de derxin û ewlehiya herêmê têk bibin. Lê bi saya hêzên me yên leşkerî ev hewldan têk çûn."
Rojda Ehmed destnîşan kir ku bi saya ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwîna Kurd û Ereban tev li hev bû.
Ji fermandarên QSD′ê Xalib Mihemed sersaxî da malbatên her du şehîdan û wiha got: "Van şehîdan bi hemû hêza xwe li hemberî hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê tê koşiyan ta gihaştin asta şehadetê."
Mihemed soza şopandina xeta şehîdan ta pêkanîna armancên wan da.
Piştre endama Meclisa Malbatên şehîdan Gulçîn Ehmê wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.
Piştre cenazeyê şehîd Dilşêr li Goristana Şehîd Dijwar hat veşartin û cenazeyê şehîd Doxan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê hat veşartin.