Xelkê Herêma Cizîrê, li dijî dagirkeriya Tirk li qadan bûn

Xelkê Herêma Cizîrê li dijî êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê, daketin qadan û bi meşekê êrîş protesto kirin.

Di 20 û 23`yê Cotmehê dewleta Tirk a dagirker bi rêya dronan, êrişî Kobanê kir û di encamê de 2 sivîl û 3 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd bûn.

Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişan, îro bi hezaran şêniyên kantonên Qamişlo û Hesekê (Tirbespiyê, Dêrik, Amûdê, Til Temir) yên herêma Cizîrê daketin qadan.

AMÛDÊ

Li Amûdê bi dehan şêniyên navçeyê û gundên girêdayî wê li Qada Jin kom bûn û li dijî dagirkeriya Tirk slogan berz kirin û bang li civata navneteweyî kir ku qedexeya firîna balafirên dewleta Tirk li herêmê feriz bike.

Şêniyan pankartên “Hedefgirtina sivîlan ji aliyê dewleta Tirk ve sûcek li dijî mirovahiyê ye” û “Rûsya dewleteke garantor e ew berpirsa sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê re ne” hildan.

Meş li qada Şehîd Cîhad rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de bi navê Kongreya Star a navçeya Amûdê Newroz Elî axivî û got: “Gefên dewleta Tirk a dagirker ku êrişî herêmê bike, vîna gelên herêmê yekser û projeya neteweya demokratîk dike hedef a ku li herêmê bi saya Rêveberiya Xweser pêk hat.”

Newroz piştrast kir ku pêkhateyên navçeya Amûdê wê li hemberî van êrişan bê deng nemînin û wê li rex şervanên QSD`ê bin. Her wiha Newroz bang li civata navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih û qedexeya firîna balafirên dewleta Tirk li herêmê feriz bikin.

DÊRIK

 Di heman çarçoveyê de, bi dehan şêniyên navçeya Dêrikê bi diruşmeyên "Na ji êrişên dagirkeriya Tirk re li herêmê", "Divê binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan bi dawî bibe", "Bimire Erdogan" berz kirin.

Xwepêşandêr li meydana şehîdan rawestiyan. Piştre yek ji rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hesen Hemze got: "Dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk komplo û planan dike. "Hesen Hemze piştrast kir ku li hemberî hemû plan û êrişan ew ê berxwedana xwe bidomînin.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê bi dehan şêniyên navçeyê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanek lidar xistin.

Xwepêşandêr ji pêşiya avahiya meclisa perwerdehiyê ya li aliyê rojhilat ve meşiyan û pankartên rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê rakirin.

Xwepêşandan li ber konê sersaxiyê yê her du şehîdan Hêvîdar Tirbespiyê û Feysel Osî rawestiya û beşdarî merasîma her du şehîdan bûn.

TIL TEMIR

Li navçeya Til Temirê a kantona Hesekê, bi sedan şêniyên navçeyê derketin kolanan û êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê şermezar kirin û bang li hêzên navnetewyî kirin ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye firîna balafiran qedexe bike.

Xwepêşandan ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navenda navçeyê dest pê kir.  Xwepêşandêran wêneyên zarokên ku di encama êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê de jiyana xwe ji dest da, alên hin partî, rêxistinên siyasî û sivîl hildan.

Xwepêşandêran dirûşmên şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirkiyê beriz kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku erka xwe li herêmê pêk bîne.

Meş li dawiya kolana Filinstin veguhirî mitîngê. Bi navê rêvberiya Til Temir Mihemed Seîd Şêxmûs axivî û diyar kir ku ji beriya deh salan û heta niha, êriş li dijî şêniyên Til Temirê berdewam in.

Şêxmûs bal kişand ser binpêkirinên dewleta Tirk ji agirbestê re û diyar kir ku piştî dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî, hin peyman û hêzên garanront hebûn da ku agirbestê pêk bînin, lê belê dewleta Tirk ji roja yekem de bi van peymanan ne pabend e û êrişên xwe li dijî gundan berdewam dike.

Şêxmûs bang li hêzên çalak li Sûriye û Koalisyona Navneteweyî kir ku êrişên dagirkeriyê yên asîmanî li dijî herêmê rawestîne.