Xelkê Dêra Zorê bi meşekê piştgirî da QSD'ê

Xelkê Dêra Zorê ji bo piştgiriyê bide operasyonên serketî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li herêmê li dijî DAÎŞ'ê dimeşînin û ji bo li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabe, dakete qadan.

Tevgera Ciwanan a Şoreşger a Sûriyeyê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ji bo piştgiriyê bide operasyonên QSD'ê yên li herêmê li dijî DAÎŞ'ê dimeşîne, li herêma Hecînê ya Dêra Zorê meşek li dar xist.

Meş bi dirûşma "Bi ruhê ciwantiyê û bi îradeya gel em ê teqez li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi ser bikevin" pêk hat û tevî ciwanên ji herêmên rojhilat ên Dêra Zorê her wiha nûnerên saziyên li herêmê û şêniyên herêmê tevlî bûn. QSD'ê û Hêzên Ewlekariya Navxweyî di dema meşê de tedbîrên tund ên ewlekariyê girtin.

Di daxuyaniyê de bi navê Tevgera Ciwanan daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "QSD li herêmê ji bo aramî û ewlekariyê operasyonan dike. Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê em piştgiriyê didin QSD'ê. Heta ku Dêra Zor bi temamî ji DAÎŞ'ê û hêzên dagirker bê paqijkirin divê operasyonên QSD'ê dewam bikin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku weke tevgera ciwanan ew ê di vê demê de teqez bi ser bikevin.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bi can û bi xwîn em bi te re ne QSD", "Şehîd namirin", "Jin, jiyan, azadî", "Em dixwazin bi rengekî azad bijîn" û "Bila dewleta Tirk a dagirker ji herêmê derkeve" bi dawî bû.