Evîn Swêda diyar kir ku modelên rêveberiyê yên Rojava û Başûrê Kurdistanê ji bo Kurdan tecrûbeyên girîng in û got, "Ev herdu tecrûbe ji bo çareserkirina kêmasiyên xwe divê alîkariyê bi hev re bikin. Tunekirin li Kurdan tê ferzkirin. Tenê bi yekîtiya li dijî dagirkeriyê Kurd dikarin destketiyên xwe biparêzin.
Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrêw Kurdistanê Evîn Swêda Şoreşa Rojava ya 10 salên xwe tijî kir, xwedîderketina xelkê Başûrê Kurdistanê li vê şoreşê û nêzîkatiyên hikumeta PDK'ê yên li dijî şoreşê ji ANF'ê re nirxand.
'BI AWAYEKÎ ÇALAK TEVLÎ TÊKOŞÎNA ŞOREŞÊ BÛN'
Evîn Swêda bi bîr xist ku xelkê Başûrê Kurdistanê bi awayekî çalak beşdarî Şoreşa Rojava bûye, şehîd dane û wiha axivî: "Îro Şoreşa Rojava weke şoreşeke cîhanê tê binavkirin. Tevî ku Şoreşa Rojava ji aliyê hemû cîhanê ve hat naskirin û destekkirin, di serî de gelê Kurd piştgirî da. Xelkê Başûrê Kurdistanê jî di nav wan gelan de bû ku ku piştgirî dan Rojava. Gelê Başûrê Kurdistanê di rojên giran de piştgirî da Rojava. Gelek kes ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bûn û tevlî têkoşîna şoreşgerî bûn. Gelek ji wan şehîd û birîndar bûn."
Evîn Swêda diyar kir ku xelkê Başûrê Kurdistanê ji destpêka şoreşê ve eleqeyeke mezin nîşanî Şoreşa Rojava daye û got, "Xelkê Başûrê Kurdistanê bi hezkirineke mezin li ezmûna Şoreşa Rojava dinêre. Dixwaze hemû hûrgiliyên vê şoreşê bixwîne û bibîne. Gelek kes dixwazin biçin Rojava. Niha derfeta vê yekê nîne. Nûnertiya me ya li Silêmaniyeyê di vê nuqteyê de gelekî dixebite. Di naskirina Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser de gelê Başûrê Kurdistanê û hikumetê hevdu temam nekir."
'EM JI BO PARASTINA DESTKETIYÊN KURDAN JI YEKÎTIYÊ RE AMADE NE'
Evîn Swêda da zanîn ku li ser parastina şoreşê li hemberî gefan nîqaş têne kirin û wiha dewam kir, "Di rewşa heyî de Rojava û Başûrê Kurdistanê bi êrîş û dagirkeriyeke dijwar re rû bi rû ne. Li ser parastina şoreşê li dijî gefan nîqaş têne kirin. Weke Nûnertiya Rêveberiya Xweser em li ser vê mijarê xebatên xwe didomînin. Rojava û Başûrê Kurdistan yek in. Dema ku Rojava ji Başûrê Kurdistanê re dibêje 'birayê min', ne mebest ne rêveberî ye, mebest tevahiya gelê Başûrê Kurdistan ye. Rêveberiya Xweser ji bo yekitiyê û xurtkirina têkiliyên xwe di warê parastina destketiyên Kurdan li hemberî dagirkeriyê de vekirî ye. Ji bo ku ev hewldan encam bigirin divê deriyên xwe li cihên têkildar vekin."
'JI BO KURDAN DU MODELÊN CUDA'
Evîn Swêda ku bal kişand ser du modelên rêveberiyê yên li Kurdistanê û wiha pêde çû: "Li Kurdistanê du modelên rêveberiyê hene, yek Rêveberiya Xweser a Rojava û ya din jî Rêveberiya Herêma Kurdistanê ye. Ev ji bo kurdan du serpêhatiyên cuda ne. Hemû Kurdistan Şoreşa Rojava weke hêvî dibîne. Divê ev serpêhatî ji hevûdu re bibin alîkar da ku cîhê ku kêmasiya wan hebe hev temam bikin. Weke Rojava û Başûr dibe ku em rastî êrîşên dijwartir bên. Lê belê ger yekitiya wan hebe dê êrîş bê encam bin."
NÛNERTIYA RÊVEBERIYA XWESER A BAŞÛRÊ KURDISTAN
Evîn Swêda bi bîr xist ku Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Başûrê Kurdistanê di sala 2015’an de dest bi xebatê kir û got, “Rêveberiya Xweser nûnertiya xwe ya yekemîn li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê vekir. Mîsyon û armanca nûnertiyê pêşxistina Şoreşa Rojava li herêmê û avakirina têkiliyên dualî bû. Helbet ji bo pêşxistina şoreşa Rojava vekirina yekemîn nûnertiya xwe li bajarekî Kurdistanê cihê kêfxweşiyê ye. Ev ji bo Rojava xwedî wateyeke girîng e."
Evîn Swêda sedema ku li bajarên din ên wekî Hewlêrê jî nûnertiya wan nîne wiha parve kir: “Nêrîna Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya li hemberî Şoreşa Rojava ne weke gel e. Mînak me xwest li hemû herêmê nûnertiya xwe vekin lê me nekarî. Parlamentoya Başûrê Kurdistanê destûr da vekirina vê nûnertiyê. Me xwest ku nûnertiya me ya fermî li Hewlêra ku wek paytexta herêmê tê dîtin be. Lê belê, me hêj nekariye vê yekê pêk bînin. Helbet ji bo vê jî diyalog û xebateke xurt pêwîst e.”
REVANDINA NÛNERAN Û ÊRÎŞA LI SER FERHAT ŞIBLÎ
Evîn Swêda her wiha behsa revandina nûnerên Rêveberiya Xweser ji aliyê hêzên PDK’ê ve di sala 2021’an de kir û got: “Sala borî nûnerên me yên fermî li Hewlêrê hatin revandin û demeke dirêj dîl hatin girtin. Piştî wê hevalên me dersînor kirin. Li vir nêzîkatiyek wisa heye. Bi van helwestan nêzîkatiya hikûmetê ya li hemberî Şoreşa Rojava radixe berçavan."
Evîn Swêda di dawiyê de êrîşa hovane ya li dijî Cîgirê Hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhat Şiblî jî nirxand û wiha got, “Dema ku hevalê me Ferhat Şiblî li Kelarê bû hedef û bi awayekî hovane hat qetilkirin, armanc Şoreşa Rojava bû. Li dijî Rêveberiya Xweser peyamek bû. Helwesta hikûmeta Başûrê Kurdistanê li hember êrîşê pir lawaz bû. Ji bo sersaxiyê jî helwestek raber nekir. Ev nêzîkatî gumanan çêdike. Divê hikûmeta Iraq û herêmê ji bo kujeran lêpirsînê bidin destpêkirin û encamên wê bi gelên Rojava û Başûrê Kurdistanê re parve bikin."