Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê Efrîn dagirkirin nevçeya Şerewa her roj rastî topbaranê tê di encamê de bi dehan sivîl tên qetilkirin û bi sedan kes jî birîndar bûn. Jiyana welatiyên Şêrawayê niha hem ji ber topbaran û şewba koronayê di metirsiyê de ye.
Welatiyê bi navê Ehmed Silêman bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û got: “Dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe qanûnên şer ên navneteweyî binpê dike.”
Silêman qala şewba vîrûsa Koronayê jî kir û diyar kir ku welatiyên Şêrawa li gorî tedbîr û rênmayên Rêveberiya Xweser tevdigerin, lê ji ber têpbaran dewleta Tirk û çeteyên wan jiyan welatiyan dikeve metirsiyê û got: “Di nava mehekê de nêzî 400 carî dever hatiye topbarankirin. Ji ber vê êrîşan em car neçar dimînin ji bo xwe ji êrîşan biparêzin em xwe li bin erdê cihên me bi xwe çêkirî çend malbat li cihekî kom bibin.”
Jina bi navê Sîham Mûrad jî da xuyakirin ku dewleta Tirk bi bomberdûmanê milk û zeviyên wan dişewitîne, bang li dewletên navneteweyî kir ku li rewşa wan binêre.
Her wiha welatiyê bi navê Mihemed Sabîr jî diyar kir ku Efrîn berî dagir bibe 10 sal di bin dorpêçê de ma, lê ewqsî jiyana wan ne di zorî û zehmetiyê de bû. Sabîr got: “Ev 3 sal in Efrîn hatiye dagirkirin hemû erd û zeviyên me şewiandine. Her roj bombe li me dibarîne. “
Jina bi navê Elya Mistefa jî diyar kir ku sivîl tên bombekirin û banga lezgîn kir ku dewletên navneteweyî li rewşa welatiyên Efrînê bipirsin.
Wealatiya bi navê Ferîde Selîm jî qala heskirina welat kir û got: “Her kes welatê xwe divê, naxwaze jê derkeve. Ji bo wê bila Erdogan nefikire ku wê axa me ji me bigire.”
Herî dawî jî welatiyê bi navê Ebdo Hesen jî bang li saziyên mafê mirovan kir ku bi awayekî cidî li rewşa welatiyên Efrînê binêre.