Xelîl: Qebûlkirina danûstandinan gaveke erênî ye

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Xelîl got, rêveberiya Sûriyeyê bi navbeynkariya Rûsyayê ji wan re ragihandine ku "ji diyalogê re amade ne." Xelîl got, "Em nabêjin ku çareserî pêk hatiye. Lê belê qebûlkirina diyalog û danûstandinan gaveke erênî ye."

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl, rewşa dawî ya li Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand.

Xelîl di destpêkê de bal kişand ser operasyona hêzên rejîmê ya li Idlibê ku bi piştgiriya Rûsyayê tê kirin û got, "Rejîm niha bi 7 kîlometreyan nêzî Idlibê bûye. Dibe ku yekser berê xwe nede Idlibê. Dibe ku ev rewş 6 mehên din jî dewam bike. Di rewşa heyî de rejîm û Rûsya wê hewl bidin rêyên M4 û M5 ewle bikin û piştre jî di encama hin bazariyan de berê xwe bidin Idlibê."

'BI YA ERDOGAN NEBÛ'

Xelîl bal kişand ser armancên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina herêmê, ku bi xewn û xeyalên Osmanî tevdigere û got, "Erdogan dixwaze vê bike. Lê belê destê Erdogan qels e. Li Sûriyeyê kar li gorî dilê Erdogan nemeşiya, bi ya wî nebû. Ji ber vê yekê em dibêjin ku destê wî qels e. Niha Rûs vê peyamê didin Erdogan; 'Tu ewqasî bi pêş ve diçe, lê belê em ê rê nedin vê yekê'. Rûsya dibêje, li ser bingeha berjewendiyên her du aliyan me hin tawîz dan te, lê belê em ê rê nedin ku tu tevahiya herêmê dagir bike. Rûsyayê êdî derxistina dewleta Tirk ji Sûriyeyê xistiye rojeva xwe."

'HIN HEVSENGIYAN AZADIYA EFRÎNÊ DERENG XISTIN'

Li ser mijara azadkirina Efrînê Xelîl got, "Beriya her tiştî Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, her wiha Cerablûs, Ezaz, Bab hemû ew dever in ku hatine dagirkirin. Divê bên azadkirin. Efrîn ew dever e ku em bi her awayî giraniya xwe didin ser azadkirina wê. Li qadên dîplomatîk, siyasî û leşkerî ji bo me mijara sereke ye. Ji bo me hinceta man û nemanê ye. Lê belê hin bûyerên li herêmê qewimîn û hevsengiyên rû dan azadkirina Efrînê dereng xistin. Lê belê dewamkirina operasyona azadkirina Idlibê, tengaviya rejîma Erdogan û hin faktorên din derfetên ji bo azadiya Efrînê diafirînin, hêviyê mezin dikin. Operasyona azadkirina Idlibê hîn temam nebûye. Piştî azadkirina Idlibê divê rejîm jî Rûsya jî ji bo bidawîbûna dagirkeriya li deverên din ên dagirkirî bang bikin. Ji xwe em ji bo vê têdikoşin. Erdogan jî hewl dide ku beşek ji Idlibê kontrol bike û bi vî rengî pêşî li qelsbûna destê xwe li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî bigire. Naxwe ti derdekî wî yê ji bo parastina komên ji wan re dibêje mûxalîf nîne. Bi dîtina min Erdogan wê welê hêsan nikaribe lê bigire. Divê em jî vê rewşê rast binirxînin û bi lezgînî li dijî dagirkeriyê dest bi liv û tevgereke xurt bikin."

REJÎMÊ BI NAVBEYNKARIYA RÛSYAYÊ PEYAMA 'EM JI DIYALOGÊ RE AMADE NE' DA

Der barê asta hevdîtinên bi rêveberiya Şamê re bi navbeynkariya Rûsyayê tên kirin Xelîl got, "Ji roja ku şerê Sûriyeyê dest pê kir û vir ve em dibêjin ku aliyên li Sûriyeyê divê li hev kom bibin û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bikevin nava hewldanan. Eger îro rejîm bi rêya Rûsyayê gotibe ez ji çareseriya siyasî re amade me, ev yek rê li ber çareseriyê vedike."

Ji bo pirsa "Rejîma Sûriyeyê got ku ew ji diyalogê re amade ye?" Xelîl ev bersiv da:

"Rejîmê işaretên erênî da. Em vê yekê li ser gotinên rayedarên Rûs dibêjin. Ev işaretek e. Lê belê nabe ku em vê yekê mezintir bibînin. Yanî ne tiştekî welê ye ku her tişt temam bûye, tifaq bûye, çareserî bûye. Lê belê qebûlkirina diyalog û danûstandinan gaveke erênî ye."

Xelîl diyar kir ku hîn gaveke pratîk nehatiye avêtin û got, "Lê belê em dikarin bêjin ku hewldanên ji bo çareseriya siyasî hene. Çima? Ji ber ku em xwedî proje ne. Em alîgirê wê ne ku pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê bê çareserkirin. Bi dîtina me ev yek jî bi demokratîkbûna Sûriyeyê dibe. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, nepêkane ku Sûriye demokratîk bibe. Her du bi hev ve girêdayî ne. Me her tim got ku em parçeyekî Sûriyeyê ne."

'HEWLDANÊN JI BO DIYALOGÊ DEWAM DIKIN'

Xelîl destnîşan kir ku ne tenê pêwîstiya wan bi vê heye, her wiha pêwîstiya rejîmê jî bi vê heye û got, "Rewşa siyasî, leşkerî û aborî ya welêt, krîzên li çar aliyên me li Iraq, Lubnan, Filistîn, dewleta Tirk û yên din vê yekê ferz dike. Şerê ku ji sala 2011'an ve li welêt diqewime, dibe sedem ku rejîm jî li hin rêyên çareseriyê û tifaqê bigere. Belê, niha nikare bê gotin ku li ser filan sernavan tifaq hatiye kirin. Lê belê hewldanên ji bo diyalogê dewam dikin. Ji bo pêkhatina diyalogê jî hêvî heye."

Xelîl anî ziman ku ew rewşeke bi vî rengî erênî dibînin û got, "Ji destpêka şerê Sûriyeyê ve em vê dibêjin. Ji ber ku li ti devera cîhanê çareseriya leşkerî bi tena serê xwe nebûye çareseriya dawiya dawî. Pêwîstî bi çareseriya siyasî heye. Mesela me xwest cihê xwe di nava komîteya nivîsandina Destûra Bingehîn de bigirin, her wiha xwestin ku tevlî civînên Cenevreyê bibin yên bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî pêk tên. Lê belê xuya ye ev bi dawî bûn, ya jî mîna berê wateya xwe nema. Çima? Ji ber ku dema ew mase danîn, 60 ji sedî yê welêt di destê wan hêzên ku ji wan re mûxalîf digotin, de bû. Lê belê niha tenê li Idlibê tengav bûne. Deverên din ên dagirkirî jî di destê dewleta Tirk de ye. Alî neman."

'DI PÊVAJOYA NIVÎSANDINA DESTÛRA BINGEHÎN DE DIVÊ NÊRÎNA ME HEBE'

Li ser pêvajoya nivîsandina destûra bingehîn Xelîl got, "Derdê me beriya çûyîna Cenevreyê, afirandina çareseriyekê ye. Eger em bi Şamê re li hev bikin û Şam Rêveberiya Xweser a li vir nas bike, eger lihevkirineke siyasî pêk were, hingî tiştên mîna Cenereyê wê zêde nebin pirsgirêk. Ji xwe kes niha qala Cenevreyê nake. Tiştekî welê wê bibe yan nebe ew jî nediyar e. Tişta ku niha di rojevê de ye nivîsandina destûra bingehîn a nû ye. Di pêvajoya nivîsandina destûra bingehîn de divê em hebin, yanî nêrîna me hebe. Tu yê li beşeke mezin a welêt rêveberiya serwer be, lê belê gotina te wê di destûra bingehîn a wî welatî de nebe, tiştekî bi vî rengî nabe. Ew jî bi gotina, em ê ji xwe re binivîsînim, hûn ê piştre qebûl bikin, nikarin me bixapînin. Her metna ku bêyî hebûna Rêveberiya Xweser bê nivîsandin wê seqet be."

Xelîl diyar kir ku ji bo dema bê careke din şer dernekeve divê hiqûqek bê destnîşankirin û got, "Ji ber wê yekê em dibêjin, li şûna ku em û rejîm sibe dusib şer bikin em bibin tifaqa hev. Li aliyê din serketina siyasî ya Rêveberiya Xweser wê ji bo herêmên din ên Sûriyeyê, bibe modela xurtkirina yekbûn û yekîtiya welat."