Xelîl: Em ê Reqayê rizgar bikin û radestî sivîlan bikin

Ji fermandarên QSD'ê Xelîl diyar kir, ji bo sivîl ji herêma şer werin derxistin û li derbasî herêmên ewle werin kirin, yekîneyên wan hatine perwerdekirin û bang li hemû saziyên çapemeniyê kir ku bên Reqayê. Xelîl got, ew ê Reqayê rizgar bikin û radestî si

Li gorî nûçeya ANHA'yê, ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Loqman Xelîl destnîşan kir, ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de ji bo zerar li sivîlan nebe û derbasî herêmên ewle werin kirin, ew bi baldarî tevdigerin û ev yek berpirsyariyeke wan a exlaqî û însanî ye.

Xelîl got, "QSD'ê di vê mehê de dest bi pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê kir û di vê oxirê de me şehîd dan.  Em şehîdên xwe bi bîr tînin û şîfa xêrê ji birîndarên xwe re dixwazin."

'EM SIVÎLAN DERBASÎ HERÊMÊN EWLE DIKIN'

Loqman Xelîl gotegotên hin dezgehên çapemeniyê, ku îdîa dikin sivîl bi zorê ji bajêr tên derxistin derewand û wiha dewam kir: "Armanca me ya sereke ji pêngava li dijî DAIŞ'ê, rizgarkirina welat û gelê me ji terorê ye. Em teqez dikin ku ji bo rizgarkirina gel em dikarin derbasî herêmên Sûriyeyê bibin. Her wiha li ser daxwaza gel, em niha li Reqayê ne û hêzên me beşek ji bajarê Reqayê rizgar kirine."

Xelîl anî ziman, çeteyên DAIŞ'ê  ji bo pêşî li pêşveçûna şervanên QSD'ê bigire, gundên bejahiya  Reqayê û bi taybetî gundên Kurdan vala kirin û mayin di malên welatiyan de bi cih kirine û got, "Çeteyên DAIŞ'ê di navbera malên  sivîlan de tunel kolandine ji bo parastina xwe ji balafiran."

Fermandarê QSD'ê Luqman Xelîl di dewama axaftina xwe de got: "Hêzên me ti gund vala nekirine, lê ji bo parastina sivîlan ji herêmên şer, demeke kurt ji wan herêman hatin dûr xistin û ew gihandin cihên bi ewle. Her wiha şervanên me mayinên ku çeteyên DAIŞ'ê li malên welatiyan bicih dikin, ji bo parastina mal û milkên wan, ew bi baldarî radikin."

OPERASYONA JI BO RIZGARKIRINA SIVÎLAN

Loqman Xelîl destnîşan kir ku QSD'ê herêmên ku rizgar dike, ji mayin û bermahiyên çeteyan paqij dike da ku welatî bi selametî vegerin malên xwe û paratina welatiyan û dûrxistina wan ji herêma şer, erkekî exlaqî û mirovahî ye.

Xelîl got, yekîneyên wan ên taybet ji bo derxistina sivîlan ji herêmên şer û gihandina wan bi cihên ewle hatine perwerdekirin û got: "Hêzên me ji bo rizgarkirina sivîlan ji pencên DAIŞ'ê ji Reqayê, operasyonên taybet li dar xistine. Pêngava me ya rizgarkirina Reqayê didome û piştî em  rizgar bikin em ê rêvebirina bajêr radestî  şêniyên Reqayê bikin."