Xebatkarekî Ragihandina YPG'ê di êrîşa DAÎŞ'ê de birîndar bû

Endamê Navenda Ragihandinê ya YPG'ê Beşîr Hesekê, ku Pêngava Bagera Cizîrê dişopand, li Dêra Zorê birîndar bû.

Li gorî agahiyên di malpera Navenda Ragihandinê ya YPG'ê de hatin weşandin, endamê Ragihandina YPG'ê Beşîr Hesekê ku ji bo şopandina Pêngava Bagera Cizîrê ev demek bû li bajarokê Siwêdanê bû, roja 8'ê Kanûnê ji ber teqîna wesayita bombebakirî ya çeteyên DAÎŞ'ê birîndar bû.

Hat ragihandin, rewşa tenduristiyê ya Beşîr Hesekê ku tê dermankirin, baş e.

Bajarokê Siwêdanê ji aliyê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve piştî operasyona 12 rojan duh hatibû rizgarkirin.