20 milyon hebên kaptagonê ji Tartûsê derbasî Mînbîcê bûne hatin desteserkirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Minbicê li dijî depoyên madeyên hişbirê operasyonek li dar xist û 20 milyon hebên kaptagonê desteser kirin.

QSD’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “Tîmên me yên operasyona leşkerî ya girêdayî hêzên me; QSD’ê Çarşema borî li Mînbîcê operasyonek li dijî depoyên madeyên hişbirê pêk anî." Daxuyaniyê wiha dom kir: “Hêzên me piştî ku der barê cihên ku madeyên hişbirê tê de ne agahî girtin, çalakî li dar xistin. Hêzên me bi ser depoya nêzî sûka zebzeyan a Mînbîcê de girtin û dest danîn ser 20 mîlyon hebên kaptagonê yên di nava kevirên kolanê de veşartibûn. Di lêkolîna hêzên me de li ser çavkaniya madeyên hişbirê, hat ragihandin ku ev madeyên hişbirê ji Tartûsa Sûriyeyê hatine şandin."

REJÎMÊN ŞAM Û TIRK TIRYAKÊ BI RÊ VE DIBIN

Lêpirsîneke hevbeş a BBC News Erebî û tora rojnamevaniya lêkolîner OCCRP peywendiyên rasterast di navbera bazirganiya narkotîkê ya bi milyar dolaran de û endamên payebilind ên hêzên çekdar ên Sûriyê û malbata Serokdewletê Sûriyeyê Beşar el-Esed eşkere kir.

AFP'ê ku beriya demekê nûçeyeke lêkolînê weşandibû, her wiha bal kişandibû ser wê yekê ku hebên kaptagonê Sûriye kiriye "dewleta narko" ya cîhanê. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk trafîka kaptagonê ya berfireh pêk tînin. Li gorî lêkolînerekî herêmê ku nêrînên wî di nûçeyê de cih girtine, aliyê Tirk jî di nava bazirganiyê de ye. Vêkoler got, “Dîetîl eter ku cureyek kloroformê ye, ji bo çêkirina kaptagonê yek ji hêmanên sereke ya hewce ye û piraniya vê materyalê ji Tirkiyê tê,"