Wês: Fikir û felsefeya Neteweya Demokratîk rêya xelasbûna ji krîzê ye

Endamê Meclîsa Şehbayê Mihemd Wês ku ji pêkhateya Ereb e destnîşan kir ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya rizgariya ji aloziyê ye.

Piştî rizgarkirina herêma Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAÎŞ'ê û Cebhet El-Nûsra hate rizgarkirin, şêniyên herêmê hîn ji nêz ve fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kirin. Bi vê armancê gelek dewreyên perwedeyê pêk hatin.

Endamê Meclîsa Kantona Şehbayê Mihemed Wîs ê ku ji pêkhateya Ereb e, diyar kir ku çareseriya guncaw a ji bo aloziya li Rojhilata Navîn, projeya Neteweya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Mihemed Wês got: "Bi rêya xwendina parêznameyên ku Rêberê gelan nivîsandî û di nav girtîgeha Îmaraliyê ya li Tirkiyeyê de hûnandiye, me dît ku em li beramberî hizrandina fîlosofekî mezin û hêja ne ku şoreşên civakî û zihneyata mirovatiyê ji serdemên paleolotîk û heya roja me ya îro analîz dike."

'FIKRA VÎ FÎLOZOFÎ ŞOREŞEKE ZIHNÎ PÊK ANÎ'

Wês diyar kir ku fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bingeha çareseriyê ye û wiha dewam kir: "Herikîna vê îdeolojiyê wê ji hemû cîhan û zanyarên civaknasî re bi gelemperî bide îspatkirin ku ev bîrdozî wê bibe bingeha çareserkrina hemû pirsgirêk û krîzên ku di encama avakririna desthilatdarî û belavbûna çînatiyê de derketine. Ji me re eşkere bû ku ev fikir bi hizrandina analîtîk ji hemû civakên ku di dîrokê de jiyîne, dewlemend e. Fikra vî fîlosofî şoreşeke hizirî pêk anî ku ew jî bû sedema paşvemayîna serdestan û dewletên kapîtalîst ên ku armanca wan perçiqandina civakê ye. Her wiha Rêbertî hawirdora civakî û ekolojî dahûrand û bi rêya vê dahûrandinê sedema hemû pirsgirêkên ku em tê de ne ji şer, nexweşî û afetên xwezayî vedigere destwerdanên mirovan ên ku ji serweriyê û guhartinên demografîk û xwezayî hez dike. Ev jî dihêle ku sîstema kapîtalîzmê serweriya xwe li ser jiyana mirovahî ferz bike û ziyanê bighîne ekelojiyê. Ji bilî wê jî Rêbertî hemû şoreşên ku mirovahî tê re derbas bûye analîz bike û misogeriya çareseriya hemû nakokiyên herêmî û navdewletî yê ku di navbera her du zayendan û navbera nîjadan de derketiye, pêşkêş kir. Her wiha Rêbertî bi rêya parêznameya xwe ya bi navê 'Sosyolojiya Azadiyê' destnîşan dike ku naskirina mirov di kesayata wê de ye û bi rêya naskirina vê parêznameyê mirov dizane ku çawa wê di civak û hawirdora xwe de azad bijî û ev analîz jî têgehên siyasî, civakî û exlaqî derxistiye holê. Dîsa eger em li pey vê fikrê biçin, em ê ji hemû pirsgirêkên civakî re çarseriyê bibînin."

'PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK JI PROJEYÊN DIN CUDA BÛ'

Wês di beşek din a nirxandinên xwe de ragihand ku pêwîste ew projeya neteweya demokratîk di jiyana xwe de pêk bînin û wiha pêde çû: "Rêber Abdulah Ocalan rewşa jinê şîrove û analîz kir û da xuyakirin ku çawa rola jinê ji asta pêşengtiyê û avakirina jiyanê daket asta koletiyê. Her wiha niha erka jinê tenê di sînorê xizmetkirina ji bo zilam de maye; ji ber wê pêwîste em li ser analîzên Rêber Apo yên derbarê jinê bixebtin, bixin meriyetê û bikevin ferqa wê rastiyê ku jin û mêr bi hevdu re jiyanê temam dikin. Di jiyana min a xwendinê de min gelek pirtûkên felsefîk û civakî xwendin, her wiha piştî ku min projeya Neteweya Demokratîk û fikrên Rêber Abdulah Ocalan xwend, min dît ku cudahiyeke mezin di navbera projeya Neteweya Demokratîk û projeyên din hene. Ji ber ku projeya Neteweya Demokratîk her çand, ol û nîjadekê diparêze. Ev proje jî dijberî fikir û felesefeyên ku di hundir dibistan û zanîngehên dewletên nîjadperest de tên dayîn e. Rêbertî di nav pareznameya xwe de piştî dahurandina hemû felsefeyên civakî rexnedayîna xwe dide, ji ber ku di destpêka şoreşa bîrdoziya wî de xwesteke wî ya bingehîn avakirina welatekî azad ji bo tenê Kurdan e, lê piştî lêhurbûnekê dît ku ne tenê Kurd rastî çewisadin, serkutkirin, pişaftin û kedxwariyê tê, belku li Rojhilata Navîn li ser piraniya gelên kevnar û esîl tên pêkanîn."

'FIKRA RÊBER APO ÇARESERIYA HERÎ BAŞ E'

Di dawiyê de Mihemed Wês bang li hemû gelên bindest kir ku bila xwe li projeya Neteweya Demokratîk bigirin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Di dawiyê de ez dixwazim nameyekê ji hemû gelê Rojhilata Navîn û gelê ku rastî komkujiyê û pişaftinê hatine bişînim ku projeya Neteweya Demokratîk û fikir û felsefeya Rêber Abdulah Ocalan ji bo xelaskirina gel ji perçiqandinê çareseriya herî baş e."