Welatparêzê Kurd bavê Elî Zerdeştî çû ser dilovaniya xwe

Bavê Elî Zerdeştî ku li Efrînê yekî naskirî bû, gotina xwe ya dawî wiha bû: "Gelek caran hatim girtin, êşkence li min hate kirin, lê ti ji wan mîna vê koçberiya bi zorê ya ji Efrînê li min ne zehmet bû."

Welatparêzê Kurd Menan Elo Îbrahîm ku bi navê Bavê Elî Zerdeştî tê naskirin û di sala 1935'an de li Efrînê ji dayik bû, serê vê sibehê li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

Elî Zerdeştî ku dildarekî Efrînê bû di nava 70 salên ji temenê xwe de ji bo welatê xwe karekî bê navber kir.

Bavê Elî Zerdeştî ku di heman demê de helbestvanek bû li gel Cegerxwîn, Osman Sebrî û Hemîd Hecî Dewrêş kar kir.

Yek ji wan kesan bû ku destpêkê li Efrînê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kir.

Piştî ku di salên 1980'î de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir, bi têkoşîna azadiyê ve hate girêdan û bi rengekî çalak tevlî karê têkoşînê bû.

Menan Elo Îbrahîm di Şoreşa Rojava de jî xwedî kedeke mezin bû.

Di temenê xwe yê 84 salan de gelek zor û zehmetî dît, lê bi gotina wî ya ku herî zêde bi zora wî çû û lê zehmet hat, dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk bû.

Piştî ku bi darê zorê ji Efrînê hate derxistin, timî wiha digot: "Eger mirinek min hebe bila li ser xaka Efrînê be, ne li devereke ku em bi zorê lê hatine koçberkirin. Gelek caran hatim girtin, gelek êşkence li min hate kirin, çend caran xaniyên me li Şamê û Efrînê şewitandin, lê weke vê koçberiya bi zorê ya em ji Efrînê derketin ji vê zehmetir nebû."

Kurê wî yê bi navê Dijwar Zerdeştî jî di sala 1997'an de li nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê şehîd bû.