Welatiyên Qamişlo : Heta gihiştina Ocalan wê çalakiyên me bidomin

Welatiyên Qamişloyê peyama: “Heta Rêbertiya me azadi bibe, wê bi her cûreyî çalakiyên me bidomin.” dan.

Gelê Rojava bi armanca piştgirîkirina Parlemetera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 29 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye, ketin greva birçîbûnê.

Starta çalakiyan li Qamişlo hate dayîn. Di pêşengtiya Kongreya Star û PYD’ê de li Kantona Qamişlo bi dirûşma ‘Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn’ kon vedan û dest bi çalakiyê kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya duh bi 70 kesî destpê kir îro 75 kesên din ên nû tevlî çalakiyê bûn. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li bendê ye îşev bi dawî bibe, wê li deverên Til Koçer û Çilaxa yên Rojava dom bikin.

Hevseroka Kongreya Star Ayna Mûrad û Berdevka Taxa PYD ya Rojhilat Feyrûşe Remedan ên tevlî greva birçîbûnê bibû ji ANF’ê re axivî.

‘ME BI RÊBERTIYÊ XWE NAS KIR’

Hevberdevka Kongreya Star a Qamişlo Ayna Mûrad ev tişt got: “Ev sê sal in Rêbertiya me di nava tecrîdê de tê tecrîdkirin. Ji hemû mafan hatiye bêparkirin. Sîstema Îmraliyê li ser bêmafiyê hatiye avakirin. Li ser raman û felsefeya Rêbertiya xwe hetine van rojan. Ev tecrîd ne tenê li ser Rêbertiya me li ser me tevan e. Em wek Kurd û jin bi ramanên Rêbertiya xwe me xwe naskir.”

Mûrad ê çalakiya bi rûmet a Leyla Guven silav kir got: “Birêz Leyla Guven pêşenga me ye. Pêvajo baş dît nirxand û erk girt ser milê xwe û dest bi çalakiyê kir. Em jî li gorî peyama wê hê bi hêztir tevlî têkoşînê bibin.Divê gelê me yên li Rojava, Bakûr, Başûr û derveyî welat hê zêdetir bi erka xwe rabin.Îro li her derê çalakiyên greva birçîbûnê heye. Em jî weke Kongreya Star dest bi çalakiyan dikin.”

 ‘HETA GIHIŞTINA RÊBERTIYÊ…’

Mûrat got: “Em gelê Rojva weke kulmek dibin yek û li dijî êrşan li ber xwe didin. Îro ne tenê Kurd û jinên Kurd, hemû gelên li Rojava Rêber Apo weke rêberê xwe dibînin. Ew jî dizanin tevî şerê dom dirêj ên li Sûriyeyê bi projeyên Rêbertiyê aramî li herêmê pêk tê. Em ê li dijî tecrîdê her cûre çalakiyan bikin.

Berdevka Taxa PYD Rojhilat Feyrûşe Remedan jî axivî û bal kişand ser raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo her cûre sîstema qirêj bûye bersiv û got: “Azadiya Rêber Apo armanca em ya yekem e. Bang li hemû gelên xwe dikin ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibin. Rêbertî rûmeta me ye, em ê ne tenê rojekê bi salan di nava çalakiyan de bin. Heta gihiştina Rêbertiya xwe û jiyana azad, em ê çalakiyan bidomînin.”