Welatiyên Girkê Legê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

Li Girkê Legê ya Kantona Qamişlo, gel ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daket qadan.

Li navçeya Girkê Legê bi sedan kes tevlî meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn.

Xwepêşdanê ji pêşiya Peymangeha Zanistanî ya bajarokê Rimêlan dest pê kir. Xwepêşandêran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankertên bi nivîsên “Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, li dijî azadiya jinan e” , “Ji bo Rêber Ocalan azadî û edalet” , “bi têkoşîna gelan dê komploya 9`ê Cotmehê bi dawî bibe” hildan.

Hevseroka Şaredariya Gel a Girkê Legê Xaliye Îbrahîm li ketina Rimêlanê daxuyaniyek da û bertek nîşanî tecrîda girankirî da.

Îbrahîm anî ziman ku dewleta Tirk ji bo projeya neteweya demokratîk tine bike tecrîda li Îmraliyê kûrtir kiriye û got, “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk were divê têkoşîn mezin bibe.”