Welatiyên Efrînê cenazeyê 2 şervanên YPG’ê bi merasîmeke heybet ve veşartin

Bi sedan welatiyên kantona Efrînê, cenazeyên şervanên YPG‘ê Dildar Yûsif Henan (Deştî Amanos) û Zagros Zerdeşt ên di encama bersivdayina êrîşên çeteyan a li ser Tebqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Refîq a li gundê Matîna veşartin.

Girseya gel cenazeyên herdu şehîdan ji nexweşxaneya Avrîn wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ku bi wêneyên her du şehîdan hatibû xemilandin, ber bi gundê Matîna yê girêdayî navçeya Şera ve ketin rê. Girseyê bê navber dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ qîr kirin.

Dema karwanê şehîd gihiştin goristanê, li vir merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên Erka Xweprastinê, YPJ û YPG‘ê ve destpê kir.

Di merasîmê de, li ser navê Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Efrînê Silêman Cafer, li ser navê YPG‘ê Rojhat Efrînî, li ser navê Saziya Gaziyan endamê saziyê bavê şehîd Deştî Şoreş Amed û li ser navê malbata Şehîd Zagros birayê wî Seydo Seydo xivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û rola wan di parastina rûmeta gelan de hate vegotin. Di axaftinan de berxwedana şervanên YPG/YPJ‘ê û QSD‘ê ya li dijî terorîstan jî hate silavkirin.

Dîsa soza şopandina xeta şehîdan hate nûkirin.

Piştî axaftinan nasnameya her du şehîdan hate xwendin û radestî malbata wan hatin kirin.

Cenazeyê şehîdan bi dirûşman ve hatin veşartin.