'Wê nikaribin me ji xaka me qut bikin'

Şêniyên gundên Cirin û Serzûrî ku dewleta Tirk êrişan dibe ser, diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk wê nikaribin wan ji xaka wan qut bikin.

Gundiyan nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk dan û diyar kirin ku bi zanebûn êriş li ser sivîlan tên kirin ku bi vî rengî karibin qadên dagirkirî zêde bikin.

Dewleta Tirk vê hefteya dawî navenda bajarê Kobanê û gundên Qeremox, Koltek, Serzûrî, Xanê, Tilêcib, Elişar û gundên Ehmediyê, Hiriyê, Cirin, Bîr Ereb, Erîda, Qiz Elî, Sawan ên li rojavayê Girê Spî bombardûman kir. Di van êrişan de li gundê Xanê yê Kobanê Îbrahîm Şerîf ê 80 salî şehîd bû, 12 sivîl jî birîndar bûn. Xisar li gelek mal û zeviyan bû.

Şêniyên gundên Cirin û Serzûrî nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk dan. Ji xebatkarên Meclîsa Cirinê Zozal Xelîl ji ANF'ê re wiha axivî: "Dewleta Tirk timî bombeyan li cihên sivîlan dibarîne. Bi taybetî dema ku xelk qelebalix e êrişan dike. Dema xelk li nava zeviyên xwe ne, kar dikin, êriş tên kirin. Gelek kes birîndar bûn, hinekan jî jiyana xwe ji dest dan. Li zarokên biçûk xistin. Di vir de armanc ew e ku gav bi gav Rojava dagir bikin. Êriş li dijî gelên li Bakur-Rojhilatê Sûriyey^ehemûyan tê kirin."

Ji gundê Cirinê Ehmed Hecî Dewrêş Îsa jî anî ziman ku êriş bi dawî nebûne û got, "Eger armanca wan kuştina me be em amade ne ji kuştinê re, lê em ê ji malên xwe dernekevin."

BI ZANEBÛN ÊRIŞÎ SIVÎLAN DIKIN

Endamê Meclîsa Girê Spî Xelîl Qewaz jî diyar kir ku dewleta Tirk bi taybetî êrişî sivîlan û cih û warê sivîlan dike û got, "Ji Kobanê heta Girê Spî êriş dike. Komkujiyan dike, lê belê ti dewlet li ber ranabe."

EM BI CIHEKÎ VE NAÇIN

Xelîl Îsmaîl ku di êrişê de derb li mala wî ket wiha axivî, "Dewleta Tirk êrişî gundê me kir. Mala min xera bû. Mala apê min xera bû. Her wiha xisar li zeviyê min ê genim bû. Dixwaze me ji gundê me derxîne, lê em bi ku ve biçin? Em bi cihekî ve naçin. Carna dema êriş giran dibin em ji mala xwe derdikevin lê piştre li mala xwe vedigerin."